'Bi rêya PKK'ê min zincîrên koletiyê qetand'
Gerîlaya YJA Starê Ronahî Viyan got, "Ez li ser şopa bi hezaran şervanên azadiyê yên mîna Leyla Qasim, Viyan Soran, Destîna û Silav ên navê xwe li dîroka azadiyê ya Kurd nivîsandine, dimeşim."
Gerîlaya YJA Starê Ronahî Viyan got, "Ez li ser şopa bi hezaran şervanên azadiyê yên mîna Leyla Qasim, Viyan Soran, Destîna û Silav ên navê xwe li dîroka azadiyê ya Kurd nivîsandine, dimeşim."
Ronahî Viyan a li Başûrê Kurdistanê ji dayik bû, di nava civakê de li rêyeke rizgariyê digere. Li ser têginên jinê û azadiyê disekine. Viyan di sala 2009'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe, ku wê çaxe hê baş nas nekiribû. Ronahî Viyan berî û piştî gerîlabûna xwe nirxand.
'JIYAN LI JINÊ TÊ TENGKIRIN'
Viyan da zanîn, civaka Başûrê Kurdistanê ku xwedî rewşeke feodal û mûxafazakar e, ji rastî û çanda xwe gelekî dûr e û anî ziman, ev civak gelekî xweziya xwe li sîstema kapîtalîst tîne û li her şêwe asîmîle û jiyana dejenere vekirî hatiye hiştin.
Gerîla Viyan têkildarî rewşa jinê li nava civaka lê mezin bûye got, "Di nava wê civakê de rewşa jinê gelekî neyînî ye. Analîza 'çûka di qefesê de' ya Rêbertî têkildarî jinê kir, yekser li rastiya jinê ya li nava civaka ez lê dijiyam tê. Li Başûrê Kurdistanê, mîna çûkek li qefesê bê bicihkirin, jin li malê hatine hepskirin. Di nava civakê de jiyan li jinê hatiye tengkirin. Her tim li paş mêr hatiye hiştin. Li derveyî zîhniyeta bav, kek, hevjîn yanî li derveyî zîhniyet mêr, welê li jinê hatiye ku nikare gavekê bavêje. Jiyan li jinê hatiye asêkirin û sînorên jiyanê ji aliyê mêr ve hatiye diyarkirin."
'JIYAN MAFEK BÛ, LÊ EM JI WÎ MAFÊ BÊPAR HATIN HIŞTIN'
Ronahî Viyan da xuyakirin, ku beriya tevlî nava refên gerîla bibe, wê rol û rewşa jinê ya li nava civaka lê dijiya qebûl nedikir, tevî ku di nava lêgerînên cuda de bû, li derdorê kesek ku alîkariyê pê bike nebû û got, "Min nakokiyên li nava jiyanê lêpirsîn dikir. Lê ba fêhm nedikir. Li dora min kesek nebû ku rêyekê nîşanî min bide. Vê rewşê bandoreke girantir li min dikir. Sînorên li pêşiya min hatibûn danîn, min difetisand."
Viyan anî ziman, ew timî li rêyeke rizgariyê digeriya û got, "Jiyan mafek bû, lê em ji wî mafê bêpar hatibûn hiştin. Mafê me yê jiyanê radestî zîhniyeteke ku bi her gotin, nêrîn û destdana xwe bi hezaran caran em dikuşt, hatibû kirin."
'BI HEZARAN JIN BELASABEP DERNEKETIN SERÊ ÇIYÊ'
Li ser guhertina jiyana wê ya piştî tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê Viyan got, "Piştî ku min gerîla bihîst, min dest bi lêkolînê kir. Bi taybetî hevalên jin ên tevlî nava refên azadiyê bûn, bala min dikişand. Min ji xwe re digot, bi hezaran jin belasebep derneketine serê çiyê. Bêguman sedemeke xwe heye. Ev rastî di nava navê PAJK'ê (Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê) de veşartî bû. Ev tevger ji bo azadiya jinê têdikoiya. Jin û azadî! Tevgerek ji bo vê şer dike. Bi hezaran şervanên jin. Ev yek bû bersiv ji lêgerînê min ên destpêkê re. Tevî ku min hê gelekî baş PKK û PAJK nas nedikir jî ev yek bû sedem ku tevlî nava refên berxwedana têkoşîna azadiyê ya jinê bibim. Piştî tevlî bûm, di nava salan de ez bi guhertina di şexsê min de rû da, hesiyam. Pê hesiyam ku ruhê min hêdî hêdî azad dibe. Timî jinên leheng ên berxwedêr, ku bi azadiyê re bedew dibûn, diket bîra min. Min fêhm kir ku bi meşa li ser şopa bi hezaran şervanên azadiyê yên mîna Leyla Qasim, Viyan Soran, Destîna û Silav ên navê xwe li dîroka azadiyê nivîsandin, min biryareke çiqasî rast daye."
'DIVÊ GELÊ BAŞÛR JI BO PKK'Ê BAŞTIR NAS BIKE, BIKEVE NAVA HEWLDANAN'
Ronahî Viyan da xuyakirin, ku eger îro li Başûrê Kurdistanê qala hişmendiyeke neteweyî tê kirin, ev yek bi saya têkoşîna PKK'ê ye û got, "Ji ber ku PKK li Kurdistanê temsîliyeta hemû gelan dike. Paqijkirina Şengal, Mexmûr, Kerkûkê ji çeteyên DAIŞ'ê, bandoreke gelekî baş li ser gel kir. Ev yek ji bo gelê me yê Başûr tiştekî gelekî hêja ye. Bi dîtina min divê civak bi taybetî jî jin ji vê gelekî kêfxweş bin û ji bo naskirina PKK'ê hê bêhtir bikevin nava hewldanan. Heman polîtîkayên reşkirinê yên li Tirkiyeyê li dijî PKK'ê tên meşandin, li Başûrê Kurdistanê jî li ser gelê me tê meşandin. Lê belê eger PKK bê lêkolînkirin û têkoşîna wê were fêhmkirin, wê nêrîna giştî biguhere. Yên ku hatine binpêkirin, bêvîn hatine hiştin, tenê jin nînin. Civak hemû ye. Lewma divê gelê me rastiyan bibîne û li gorî wê têbikoşe. Kurdistaneke azad û civakeke azad ancax bi PKK'ê dibe. Mifteya azadiyê ya gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, têkoşîna PKK'ê ye."
Gerîlaya YJA Starê Ronahî Viyan herî dawî bang li jin ên ciwan ên li Başûrê Kurdistanê kir, ku PKK'ê bixwînin, nas bikin, fêhm bikin û tevlî nava tevgera jinê bibin.