Bi pêşengiya jinan li Helsînkiyê li dijî şîdeta ser jinê çalakî li darxist

Kurdên li paytexta Fenland Helsînkî dijîn bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê, bi pêşengiya jinan çalakiyek lidarxistin û şîdet şermezarkirin.

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê de komek Kurdên li Helsînkî dijîn bi pêşengiya jinan çalakî pêkanîn.

Çalakî li navenda bajêr hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankart û dovîzên ku balê dikişînin ser şîddeta li ser jinan hatin hildan. Her wiha alên Tevgera Jinên Kurd û wêneyên 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemez hatin vekirin.

Li wir di çarçoveya wate û girîngiya rojê daxuyaniyek bi zimanê Fenlandî hate dayîn. Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.