BI DÎMEN

Bi hezaran jin li Wanê daketin qadan

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Wanê bi girseyî hat pîrozkirin. Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek li pîrozbahiyê axivî û diyar kir, di referandûma 14'ê Nîsanê de ew ê pêşengiyê ji dengê 'NA' re bikin.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Xaçerêya Çandê ya Parka Aştiyê ya Mûsa Anter a li Wanê hat pîrozkirin. Jin bi kincên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûn. Pankartên bi nivîsa "Bi rêxistiniya jinê ber bi jiyana azad be", "azadî wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve" û "Jin, jiyan, azadî" li qadê hatin daliqandin. Her wiha posterên jinên di salên dawî de hatin kuştin, hatin vekirin.

Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gulîstan Orhan, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Parlamentera Agirî Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera Mûşê Bûrcû Çelîk, Dayikên Aştiyê, Hevşaredar, aktîvîstên TJA û bi hezaran jin tevlî pîrozbahiyê bûn.

Jinan beriya bigihêjin qada mîtîngê, di rê de qurnefîl li gel belav kirin. Di mîtîngê de peyamên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokên DBP'ê yên Wanê Sevînç Şeker, Caziye Dûman û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer a li derveyî welat e, hatin xwendin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gulîstan Orhan axivî û banga dayîna dengê 'NA' di referandûmê de kir. Orhan ji jinan xwest, ku bi vê armancê bi rengekî seferberî bixebitin.

OZGOKÇE: EM BIRYARA LI DIJÎ YUKSEKDAG HATIYE DAYÎN, NAS NAKIN

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe bal kişand ser siyasetmedarên girtî û got, "Li pêşberî yên hurmetê nîşanî vîna gelê me nadin, em ê serî netewînin. Em ê bêjin 'NA'. Birêz Fîgen Yuksekdag ku bi rêjeya ji sedî 75 li Wanê hat hilbijartin, wekîla gel a hatiye hilbijartin e, nûnera rewa ya gel e. Yuksekdag, hevşaredar û siyasetmedarên me yên girtî ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Ji ber vê yekê ti hukmê biryarên wan li dijî nûnerên me dane, nîne."

TAŞDEMÎR: EM Ê HESABÊ DAYIKA TAYBET DI SINDOQÊ DE BIPIRSIN

Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dîrayet Taşdemîr jî, siyasetmedarên jin ên girtîs ilav kir û anî ziman, gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ye.

Taşdemîr da xuyakrin, ku di 16'ê Nîsanê de wê gel serî li ber zimê, li ber qeyûm, biryaranem û Rewşa Awarte netewîne û bêje NA. Taşdemîr, got, "Di 16'ê Nîsanê de gelê me wê hesabê Dayika Taybet bipirse. Wê di 16'ê Nîsanê de nîşan bide ku Roboskî ji bîr nekiriye. Gelê Kurd li Rojava, li Minbicê azad dibe. Em bibin dengê jinên li Şengalê lib er xwe didin. Referandûma piştî 40 rojên din were kirin wê bibe referandûma azadiyê. Em ê hesabê Dayika Taybet, hesabê Cizîr, Sûr û Geverê bipirsin."

ŞÎMŞEK: BILA BAWERIYA XWE BI REWŞA AWARTE NÎNIN

Herî dawî Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek axivî û anî ziman, armanca hêza ku jinên Kurd xist girtîgehê, tinekirina sîstema hevserokatiyê ye. Şîmşek da xuyakirin, ku pêvajoya heyî pêvajoya meşa azadiyê ya gel û jinên Kurd e û destnîşan kir, jinên Kurd wê ti carî dest ji afirandina azadiyê bernedin. Şîmşek got, "Bêdengiya me nayê wê wateyê ku me dev jê berdaye. Em li her derê li ser piyan e. Bila ji Rewşa Awarte bawer nekin. Ev gel dest ji têkoşîna xwe bernade. Şert û merc çi dibe bila bibe têkoşîn dewam dike. Di vê referandûmê de pêşengê dengê NA wê jin be."