‘Bi hêza xwe ya xweparastinê em azadiya jinan xurt bikin’

Konseya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan banga xweparastinê li jinan kir.

Konseya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Ser Jinan daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wisa ye:

Li Komara Domînîkê xuşkên Mîrabal li dijî dîktatoriya faşîst sî salan li ber xwe dan û mîraseke şoreşger ji me re hiştin. Beriya her tiştî em hemû jinên têkoşer ên bê nav û Sara, Destan, Mercan û herî dawîn Delal Amed’an silav dikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê tola jinan jî hilînin ên ku şîddet li wan tê kirin û tên qetilkirin.

Şîddeta di roja me de gelekî zêde bûye. Di warê fîzîkî, psîkolojîk, ekonomîk, sosyal, siyasî, çandî, hunerî, leşkerî. Pergala ku mêr serdest e, dixwaze ji jinan tolê bistîne. Em Konseya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan, li dijî van şîddetan em ê têkoşîna xwe geştir bikin.

Delal Amed xeta fermandariya pêşeng a têkoşîna azadiyê ya jinan bû û di heman demê di warê avabûn û pêşveçûna Konseya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan jî bû. Tevgera me li ser vê bingehê ava bû.

Li dijî şîddeta mêran û dewletê ya li ser jinan a li gund, bajar, gund, dibistan, kargeh û malê divê em xweparastinê bi pêş bixin. Divê li her derê em xwe birêxistin bikin û bersivê bidin van êrîşan.”