Xebatên Mihrîcana Jinê ya Fîdan Dogan (Rojbîn) a 5’emîn ku wê li paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) dewam dike.
Komîteya amadekar a mihrîcana ku 18’ê Hezîranê tê lidarxistin, roja Duşemê di saetên êvarê de li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê hatin ba hev û amadekariyên dawîn nirxandin.
Mihîrcana ku wê 18’ê Hezîranê bi dirûşmeya “Li Berxwe Bide, Rêxistin Bibe, Azad Bijî” bê lidarxistin, wê li Parc Inderdepartemental a herêma Val de Marne ya Parîsê bê li darxistin.
Di bernameya mihrîcanê de Beser Şahîn, Şehrîbana Kurdî, Dîlan Top, Kevana Zêrîn, Koma Zamarû û Koma Tîerra Maya cih digrin.
Wê di mihrîcanê de koma govendê jî cih bigrin û wê ji bo zarokan jî qadên taybet hebin.
JI BO ŞEHÎDÊN ZAPÊ Û AYSEL DOGAN
Komîteya mihrîcanê civîna xwe ya berfireh a dawî, roja Duşemê di saetên êvarê de lidar xist.
Civîn bi beşdarbûna nûnerên sazî û rêxistinên jinan ên Parîs, Evry, Vîlleneûve, Drancy, Rennes, Monte la Jolîe, Vîllîers Le Bel û nûnerên jin ên TEV-ÇAND, Meclîs û Komunên jinan hat lidarxistin. Di civînê de li ser xebata girseyî û detayên teknîkî yên mihrîcanê nîqaş hat kirin û amadekariyên dawî hat nirxandin.
Di civîna mihrîcana ku TJK-F lidar xistî de hat diyar kirin ku mihrîcana îsal wê di şexsê Şehîdên Zapê û Aysel Dogan de diyarî gerîlayên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk ji 17’ê Nîsanê ve dayî destpê kirin, li berxwe didin bê kirin û hat destnîşankirin ku di pêvajoyek bi vî awayî de divê xebatek li gorî wê bê kirin.
Her wiha di şexsê Fîdan Dogan de ku di Komkujiya Parîsê de şehîd bû, ev mihrîcan diyarî Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hat kirin. TJK-F û pêkhateya De France diyar kirin ku îsal Mihrîcana Jinê ya Fîdan Dogan (Rojbîn) a 5’emîn lidar dixin û gotin: “Em mihrîcana xwe li ser esasê dirûşmeya ‘Li Berxwe Bide, Rêxistin Bibe, Azad Bijî’ ya ku berdewamiya dirûşmeya me ya 8’ê Adarê ye, lidar dixin.
Komîteya Amadekar her wiha destnîşan kir; “Me hevrêya xwe Aysel Dogan ku yek ji berxwedêrên herî mezin ê xeta jina azad e, di demekê de ku gerîla li hemberî êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk a faşîst a bi hevkariya PDK’ê li dijî Zap, Kurojahro yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Tevgera Azadiya Kurdistanê dayî despêkirin û hêzên navnetewî çavê xwe lê girtinî li berxwe didin de winda kir. Li ser vê bingehê em 5’emîn Festîvala Rojbîn (Fîdan Dogan) a ku wê îsal bê lidarxistin, di şexsê Aysel Dogan û şehîdên Zapê de em diyarî gerîlayên berxwedêr dikin” û banga tevlîbûna girseyî ya festîvalê di serî de Ile De France, ji bajarên Strasboûrg û Rennesê kir.
Komîteya Amadekar di berdewamiyê de diyar kir; “Mihrîcana me wê di 18’ê Hezîranê de bê lidarxistin. Em bang li jinan dikin ku di serî de Rojbîn (Fîdan Dogan), xwedî li şehîdên Parîsê û têkoşîna wan derkevin û têkoşînê mezin bikin" û ragihand ku wê ji Rennes, Strasboûrg û bajarên derdora Parîsê jî tevlêbûn çêbibe.
Komîteya Amadekar di serî de jin, dostên wan û tevgerên femînîst, bang li hemû gelê Kurd kir ku tevlî mihrîcanê bibin.