'Bi 8'ê Adarê re em ê berxwedanê geştir bikin'

Ji gerîlayên HPJ’ê Dilviyan Zagros 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinan hemûyan pîroz kir û got, "Pêwîste em jin hemû, bi wesîleya vê rojê hêza xwe ya têkoşîn û berxwedanê, li her qadê xurtir bikin."

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, gerîlaya Hêzên Parastina Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Dilviyan Zagros ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew ê bi 8’ê Adarê re berxwedana xwe geştir bikin.

Gerîlaya HPJ’ê Dilviyan Zagros, di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir: “8’ê Adarê, ne tenê ji bo jinan, ji bo tevahî civakê rojeke pîroz e. Ji ber ku di vê rojê de jin hemû, ji hemû neteweyan vê rojê bi bîr tînin û pîroz dikin. Em roja 8’ê Adarê tenê bi şewitandina hinek jinên kedkar nanirxînin, ji ber ku ji wê rojê heta niha her tim 8’ê Adarê bûye roja bilindkirina têkoşînê. Pêwîste em jin hemû, bi wesîleya vê rojê hêza xwe ya têkoşîn û berxwedanê, li her qadê xurtir bikin."

'BI 8'Ê ADARÊ RE EM Ê BERXWEDANÊ GEŞTIR BIKIN'

Gerîla Dilviyan Zagros wiha qala girîngiya bilindkirina têkoşînê kir: "Em wek gerîlayên jin, her tim ji bo wê yekê kar bikin ku vê rojê di şexsê Rêber Apo de geştir bikin. Di vê rojê de bi taybetî di şexsê zindaniyên siyasî yên jin de Zeyneb Celaliyan, pêwîste em têkoşîna xwe hê bilintir bikin. Pêwîste em jin her tim bi hatina her 8'ê Adarê re berxwedana xwe geştir bikin û bi vî ruhê dakevin qadan. Ji ber vê yekê bi taybetî, jinên ku niha di bin deshilatdariya rejîma Îranê de de ne, divê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin."

'HEVGIRTÎ BIN Û XWE BI RÊXISTIN BIKIN'

Gerîlaya HPJ’ê Dilviyan diyar kir ku di pêvajoya derbasbûyî de jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her tim pêşengî ji serhildanan re kirin û got, "Hem di serhildanên karkeran û hem jî niha di serhildanên mamosteyan de, bi rastî jinan di asteke bilind de bi, rola pêşengiyê rabûn. Ev yek jî bêguman diyar dike ku jin, tu carî li hemberî zihniyet û sîstema zilamsalar û dagirker, serî natewîne û qebûl nake. Li ser vê bingehê, di rojek wiha de hatina jinan a gel hev û yekbûna wan pir girînge. Bi taybetî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, jinên Kurd, Fars, Ereb, Belûç, Efgan, Azarî û her wiha hemû jinên ku di Îranê de dijîn, pêwîste di vê rojê de werin gel hev û xwe bi rêxistin bikin. Ji bo ku bikaribin çi bi meşekê, çi jî bi çalakiyên cûr be cûr be li vê rojê û li hemû rojên xwe xwedî derkevin. Pêwîste ku yekîtiya xwe ava bikin û xwe bi rêxistin bikin. Bêguman wê bi vî şêweyî jî bikaribin xwedî li hebûna xwe derkevin û desthilatdariya zayendperest a Îranê hilweşînin."

'DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Gerîla Dilviyan Zagros bi dewamî ev nirxandin kir, "Di her pêvajoyê de dema ku jin hev digrin û serî radikin, guhertinên mezin bi xwe re tînin û pêvajoyê diguherînin. Bi taybetî di vê demê de asta zextan a li ser jinê di asta herî jor de ye, pêwîste ku jin rabin ser piyan, heya ku bikaribin pêvajoyê bi xwe re bidin guherandin. Ji bo ku em bikaribin bi wesîleya 8’ê Adarê têkoşînek rast û xurtir bimeşînin, di serî de ev yek ji me hemû jinan û bi taybet jinên Îranî tê xwestin. Ji ber ku îro jinên ku li Îranê dijîn li her derê, di mal, kolan, cihê kar û di her qadeke jiyanê de rastî şîdet û zexteke di asta herî jor de tê kirin. Ji ber vê yekê pêwîste ku bi yek destî hemû pêkhate rabin ser piyan da ku bikaribin vê yekê bidin guherandin. Pêwîste ku di her qadeke jiyanê de, ew çi dîplomasî, ragihandin, leşkerî, civakî dibe, di her qadekê de rengê xwe derxe pêş û dengê xwe li cîhanê belav bike."

'8'Ê ADARÊ LI TEVAHIYA JINAN PÎROZ BE'

Gerîlaya Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Dilviyan Zagros di dawiya axaftina xwe de wek gerîlayeke jin bang li tevahî jinan kir û got, "Werin em bi hev re di qadên azadiyê, li ber xwe bidin da ku em bikaribin destketiyên mezin bi dest bixin. 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz be. Bijî 8’ê Adarê."