Besê Hozat: Divê 8'ê Adarê bibe roja berxwedaneke mezin

Hozat got, "Her ku jinên Rojhilata Navîn xwe bi rêxistin bikin, zane bikin, têbikoşin û bibin yek, wê li Rojhilata Navîn şoreşa demokratîk pêk were."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameya 'Ulkeden' a televîzyona News Channelê bû û 8'ê Adarê û têkoşîna azadiya jinê nirxand.

Hozat da xuyakirin, ku li çar parçeyên Kurdistanê rêxistinbûneke bêhempa ya jinan heye û got, "Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Bandoreke bêhempa ya jinê heye. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, projeya neteweya demokratîk, sîstema jiyana wekhev û azad a bi hevre ya gelan derketiye holê."

Hozat 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û berxwedan û têkoşîna hemû jinan silav kir. Hozat got, "Ev hefteyek-deh roj in li Kurdistanê û her devera cîhanê çalakiyên xurt ên jinan tên lidarxistin. Ev girîng e. Têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê, di nava jinên Kurd de asteke girîng a azadiyê afirandiye. ev gelekî girîng û hêja ye. Bi rastî jî jin çiqasî têdikoşe, xwe bi rêxistin dike, dibe yek û dibe xwedî vîn, ewqasî jî hêza xwe mezin dike. Li her qada jiyanê jî dibe kirde. Dibe reng, coş û nasnameya jiyanê. Reng û bandora xwe bi xurtî li siyasetê dike. Karakterê siyasetê diguherîne û demokratîk dike. Di guherîn û veguherîna civakê de bandoreke xurt dike. Di nava civakê de rê li ber demokratîkbûn û azadiyê vedike. Zayendîperestî û çanda serdestiya mêr ji holê radike. Wekî din, her ku di nava artêşê de cih digire, di nava hêzên parastinê de cih digirin, hêzên parastinê dikişîne ser xeta demokratîk û dike xwedî karakterekî demokratîk. Vediguherîne hêzeke rasteqîn a parastina gel. Karakterekî azadîparêz, wekhev û demokratîk dide hêza parastinê. Lewma rol û bandora xwe gelek e û diyarker e. Ya rast, tevahiya civakê demokratîk dike, azad dike. Sîstema civakî tevî sîstema siyasî û leşkerî demokratîk û azad dike. Mirovahiyê azad dike. Rol û bandoreke bi vî rengî ya jinê heye."

'JINAN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDAN BI CÎHANÊ VE DAN NASKIRIN'

Hozat bal kişand ser şerê azadiyê yê çil salan ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û wiha dewam kir: "Li çar parçeyên Kurdistanê rêxistinbûneke bi heybet a jinan heye. Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Bandoreke bêhempa ya jinê heye. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, projeya neteweya demokratîk, sîstema jiyana wekhev û azad a bi hevre ya gelan derketiye holê. Weke encameke vê têkoşînê; jinên Êzidî li dijî hêzên dagirker rahiştin çekê û dest bi berxwedan û têkoşînê kirin. Vaye di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de bi hezaran jinên Ereb hene, jinên Tirkmen, jinên Asûrî û Suryanî hene. Jinên Asûrî û Suryanî xwe bi rengekî xweser bi rêxistin dikin û hêza xwe ya parastinê ava dikin. Lêgerînên bi vî rengî yên li herêmê bi hemû jinan re heye. Têkoşîna azadiya jinê ji Afganîstanê heta Hîndîstanê, ji Asyayê heta Rojhilata Navîn û Ewropayê bandorê li tevahiya cîhanê dike. Bandoreke bêhempa li jinan û tevahiya civakê dike. Doza azadiyê ya Kurdan bi cîhanê ve da naskirin û piştgirî wergirt. Ev pêşketineke bêhempa ye. Ev yek tê wateya bi hezaran şoreşên di nava şoreşê de. Qedir û qîmetê vê yekê gelekî cuda ye."

KEDA OCALAN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku asta heyî ya têkoşînê encama keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Encama têkoşîna Rêber Apo ye. Jin bi felsefe û îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo xwe zane kir û bû xwedî îrade. Bû xwedî hêza xwe. Xwe bi rêxistn kir. Hêzeke parastinê ya zane ava kir, bi rêxisti kir. Bi vê têgihiştinê xwe hînî siyasetê kir, mêr guhert, xwe guhert û hînî ji nû ve avakirina xwe bû. Bi vê têgihiştinê hîn bû bê çawa dikare civakê biguherîne, veguherîne û ev yek pêk anî. Ji ber van hemû mijaran weke jinên Kurd em minetdarê Rêber Apo ne. Di mijara azadiyê de jin bûn xwedî xewn xeyal û Nêrînên mezin. Bûn xwedî projeyên mezin."

'ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN BI AZADIYA JINÊ DIBE'

Hozat anî ziman, şoreşa Rojhilata Navîn wê şoreşa jinê be û got, "Li ser bingeha vê îdeolojî û felsefeyê, her ku jinên Rojhilata Navîn xwe bi rêxistin bikin, zane bikin, têbikoşin û bibin yek, wê li Rojhilata Navîn şoreşa demokratîk pêk were. Ji ber vê yekê, şoreşa Rojhilata Navîn bi azadiya jinên Rojhilata Navîn dibe. Vê gavê pêşî li vê yekê vebûye. Jinên Rojhilata Navîn bi piştgirî, yekîtî û rêxistinbûneke xurt a tevî jinên Kurd di nava hewldanan de ne. Ev yek wê pêl bi pêl li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe û Rojhilata Navîn azad bike. Em weke jinên Kurd bi rol û mîsyoneke bi vî rengî radibin û em ê vê pêk bînin."

FORMULA EFSÛNÎ: TÊBIKOŞE, BIBE YEK, AZAD BIBE!

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat herî dawî diyar kir, ku têkoşîn û berxwedana jinan a 8'ê Adarê gelekî girîng û watedar e û got, "Çawa ku gel hişyar dibin, têdikoşin, faşîzm û mêtîngerî jî êrîş dikin. Heman tişt ji bo jinan jî derbas dibe. Li dijî van êrîşan hişyarî û têkoşîneke bêhempa li Rojhilata Navîn û cîhanê heye. Ev yek wê di 8'ê Adarê de hê bi xurtî derkeve holê. Jin ji xwe niha li her derê li ber xwe didin, têdikoşin. Bêguman divê têkoşîne ne benê bi rojekê be. Divê her roj bibe 8'ê Adarê ji bo jinan. Lazim e her 8'ê Adar^bibe roja têkoşîn û berxwedaneke mezin."

Hozat got, "Dirûşma KJK'ê ya 8'ê Adarê ev e; 'Têbikoşe, bibe yek, xwe birêxistin bike, azad bibe!' Formula efsûnî ev e, azadbûna jinê ye. Ev girîng e. Ez careke din 8'ê Adarê li hemû jina pîroz dikim û têkoşîn û berxwedana wan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim."