‘Berxwedana li hemberî dagirkeriyê mîrateya şehîd Zîlan e’

Gerîlayên YJA Starê Ekîn Van û Şayan Botan diyar kirin ku ew li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi xeta berxwedanê ya şehîd Zîlan li ber xwe didin.

Zeynep Kinaci (Zîlan) di sala 1996’an de li Dêrsimê li hemberî artêşa Tirk a faşîst û mêtinger çalakiyeke fedaî li dar xist û manîfestoya jiyana nû afirand. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku li ser her bihusta axa Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk çalakiyan dikin, xeta berxwedanê ya Zîlan didomînin.

Gerîlayên YJA Starê Ekîn Van û Şayar Botan derbarê çalakiya fedaî ya Zîlanê axivîn.

Ekîn Van diyar kir ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ji pêvajoyê re bûye bersiv û got “Şehîd Zîlan di nav PKK’ê de xeta fedaîbûn û qehremaniyê ava kiriye. Vê xeta ku Zîlanê ava kiriye heta îro didome. Mînaka herî mezin jî şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê ye. Çalakî û têkoşîna gerîlayên YJA Starê tê wateya ruhê berxwedanê yê Zîlan, Egîd, Mazlûm û Bêrîtanê.

Ji ber hebûna berxwedan û têkoşîna li hemberî hêzên faşîst Rêber Apo di serî de, di şexsê şehîd Zîlan de em deyndarê hevalên şehîd in. Çalakiya heval Zîlan ji bo gelê Kurd ê ku bûye kole û ji jinan re bûye nefes. Şerê di vê pêvajoyê de û çalakiya heval Zîlan nabe ku ji hev were veqetandin. Ji ber ku dijmin di sala 1996’an de li hemberî gelê Kurd û êrîşên li hemberî PKK’ê di heman awayî domand. Em çalakiyên bi ruhê Zîlanê hatine kirin û hevalên di van çalakiyan de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sozê didin, em hevrêyên Zîlan em ê ji pêvajoyê re bibin bersiv. Em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin, alaya hevrêyên şehîd bilind bikin û bigihînin lûtkeya azadiyê.

EM Ê BI RUHÊ ZÎLANÊ TÊBIKOŞIN

Şayar Botan jî diyar kir li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, gerîlayên li Zap, Metîna û Avaşînê bi ruhê berxwedanê yê Zîlanê têdikoşin û got “Îro li çiyayên Kurdistanê bi hezaran gerîla hene ku bûne Zîlan. Xeta berxwedanê ya heval Zîlan afirandiye, îro ji Arînan heta Avzêman nifş bi nifş didome. Ev çalakiyên tên kirin û Skorskyên tên xistin, dûmahîka ruhê berxwedanê yê Zîlanê ye. Ez jî wekî gerîlayeke YJA-Starê ez ê têkoşîna xwe ya bi ruhê Zîlanê bidomînim. Em ê bi ruhê Zîlanê bersivê bidin êrîşên dijmin. Wê ev xeleqa berxwedanê tu carî neşikê. Ez hevalên li çeperên şer ên li hemberî dijmin şer dikin jî silav dikim.”