Bernameya 8’ê Adarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate eşkerekirin
Bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya ku wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were pîrozkirin hate eşkerekirin.
Bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya ku wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were pîrozkirin hate eşkerekirin.
Platforma çalakiyên hevpar a tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Daxuyanî li Reqa û Qamişloyê hatin dayîn.
Di daxuyaniya platformê de hat diyarkirin ku ew bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” 8’ê Adarê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên cîhanê, dîlgirtiyên di zindana de û li dayikên şehîdan pîroz dikin û şehîdên ji bo azadiya jinan canê feda kiriye, bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hemû cîhan her sal Roja Jinan a Cîhanî, ku dikeve 8’ê Adarê pîroz dikin, li ser helwest û hevgirtina xwe di têkoşîna jinan de ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa tekezî dike û bi israr rola xwe ya girîng di avakirina civakê li ser bingeha wekhevî û edaletê dilîze. Tevî têkoşîna bi dehan salan jin ji aliyê zîhniyeta baviksalarî û desthilatdar ve rastî her cure tundî, zordarî û koletiyê hatin, ji bo şikandina vîna jinan li hemû cîhanê, bi taybet li Rojhilata Navîn, bi destê rejîmên otorîter, dewleta Tirk a dagirker û rêxistinên tundraw jin li herêmên dagirkirî yên Sûriyê rastî îşkenceyê tên.
Lê agirê têkoşînê tu carî venemirî û îsbata wê ya herî mezin jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ya ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin û bi karakterên xwe yên taybet tên naskirin. Di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwedî rolek pêșeng bû. Di tekoșîna xwe de bû mînak û çavkaniya afrîneriyê û heta niha jî jin ji bo parastina destkeftiyên ku bi destxistin tekoșîna xwe bê westan didomîne.”
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser şehîdên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û wiha hate gotin: “Jin têkoşîna xwe ya bêwestan didomînin; ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya têkoşîna YPJ’ê û şehîdên azadiyê mîna Sosin Bîrhat, Awaz Urmiyê, Nûjiyan, Rojîn, Viyan, Îvana Hoffman, Kerîma Loran, Hevrîn Xelef, Hind, Seîda, Zîlan Ereb, Wîdad Yûnan pêk hat.”
Her wiha banga beşdariyê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin, her wiha bang li rêxistin û tevgerên jinan ên cîhanê û Sûriyê kirin ku ji bo parastina şoreşê û bilindkirina asta tekoşînê bibin yek.
BERNAME
Di dawiya daxuyaniyê têkildarî bernameya 8’ê Adarê wiha hate gotin: “Çalakiyên me ji 23`yê Sibatê heta 10’ê Adarê ne û wiha ne:
.1- Wê li her dera Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê li dar bikevin
2- Di 1’ê Adarê de serdana goristanên şehîdan were kirin, mûm werin pêxistin û li ser gorên şehîdan û li ser navê platformê daxuyanî bê dayîn.
3- Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî semînerên taybet dê bên dayîn.
4- Dê bi rêya torên civakî panelên li ser asta herêmê û Rojhilata Navîn bên lidarxistin.
5- Di 10’ê Adarê de wê bi tevlêbûna hemû tevger û rêxistinên jinan şahiyek bê lidarxistin.
6- Tevger û rêxistinên jinan dê li gorî bernameya xwe çalakiyên cuda li dar bixin.”