Bêkarî û şîdeta li dijî jinê ya li Îranê zêde bûn

Li gorî daneyên ku ji aliyê navenda statîstîkan a Îranê ve hatin eşkerekirin, herî kêm 29 ji sedî yê ciwanên li Îranê bê kar in.

Statîstîkên navborî ji aliyê ajansa nûçeyan a Tasnîmê ve hatin weşandin. Li gorî vê yekê, 29.2 ji sedî yê ciwanên 14-24 salî bê kar in.

Ev rêje li gel mêran 25.4 ji sedî, li gel jinan jî 44.2 ji sedî ye. Li bajaran rêjeya bêkariyê digihêje 32.3 ji sedî. Li gundan û qadên bejahî 22.5 ji sedî ye.

Wekî din, Serokê Rêxistina Tipa Edlî ya Meşed Alî Hadîzadegan jî diyar kir ku li Îranê şîdeta li nava malê zêde bûye.

Hadîzadegan bal kişand ser anketek ku li 28 wîlayetan hatin kirin û anî ziman 66 ji jinên beşdarî anketê bûn ragihandin ku piştî zewicîn herî kêm carekê şîdet lê hatiye kirin.

Serokê rêxistinê got, "Li gorî lêkolînê, 52 ji sedî yê şîdetê bi rengê psîkolojîk û devkî, 37.8 ji sedî bi rengê fîzîkî û 10.2 jî bi awayekî zayendî şîdet hatiye kirin."