Bedela esaretê

Bedela esaretê

Girtiya nexweşa dil  Fatma Tokmak li girtîgeha Bakirkoy dimîne  roj bi roj rewşa wê xerab dibe.  Tokmak ya ku tedawiya wê li şertên girtîgehê ne mumukne, daxwaza wê ya herî mezin ev ku bigihêje kurê xwe Azad.

Di derbarê  paşvexistina înfaza girtiyên nexweş de di 31’ê Çileyê 2013’an de kanûna hejmar 6411 hat guherî di rojnameyê de hat weşandin. Lê ev tenê li kaxizê ma.  Bi sedan nexweş li bendêne ku ji qanûnê fêdeyê bigirin. Yek ji van girtiya nexwşa dil Fatma Tokmak e. Tokmak ku ligirtîgeha Bakirkoy dimîne di girtîgehê de emeliyatek bi rîsk ya dil kir. Rewşa wê niha her diçe girantir dibe. Ji bo ku du kapaxên dilê wê baş bixebitin divê demildest emeliyata duyemîn bibe. Her wiha ev emeliyet jî di bin şert û mercê girtîgehê nayê hiştin. Parêzer Eren Keskîn ji bo înfaz bê rawestandin serî li Saziya Tipa Edlî da. Bi mehane li benda encamê ye. Ji serokwezîr, serokomar û hevjîna serokoma Hayrunîsa Gul re name şand. Lê heta niha tu bersiv negirtiye.

Gelek caran Tokmak û kurê xwe Azad hatin rojevê lê tu tişt neguherî. Tokmak bi dermanan roja xwe derbaz dike. Ligel 38 saliyet, şert û mercên girtîgehê ew xistiye vê rewşê.

NAVÊ HÊVIYÊ AZAD BÛ

Tokmak di 1974’an de li  Sîlopiya Şirnexê ji dayik bûye. Dê û bavê wê dimire. Di temenê zarokatiyê de dizewice. Hevjînê wê ji aliyê dewletê ve lêgerîna wî heye. Wê demê 7 mehî ducanî bû. Kurê wê dibe navê wî jî Azad datîne.  Di 1996’an de li Bahçelîevlerê tîmên taybet bi ser mala ku lê mîvan bû hate girtin. Jiyan li her duyan jî dibe zindan. Azad hêj meh û nîv bû.  Tokmak 11 rojan rastî îşkence û tacîzê tê.

Tokmak di derbarê mijarê de wiha dibêje: Min tirkî fêm nedir.  Vê carê li ber çavê min îşkence li kurê min kir. Cigare li ser milê wî destê wî ditefandin. Ew jî ji ber êşê digiriya.  Ji min re digotin Azad ne kurê te ye, ger kurê te bûya tuyê biaxiviya.  Hevjînê min dipirsîn.  Azad jî bi min re avêtin hucrê. Îşkenceya giran li me kirin.  Min nekarî li kurê xwe binêrim.  Ez di rewşeke gelek xerab de bûm.  Gotin divê tu navê kurê xwe jî biguherî. Min qebûl nekir, dîsa îşkence li min kirin.  Ez bi rewşeke giran derxistim Edliya Beşîktaşê. Beriya wê jî dema hişê min ne li serê min bû bi zorê tiliya min li kaxizê dabûn. Bi îdiya ku ez endama PKK’ê hatim girtin.

DAYÊ LI VIR LI TE DIDIN?

3 meh û nîvan min ji Azada gahî negirt. Di encama hewldana parêzera min Eren Keskîn de me dît ku Azad avêtine saziya starbûna Zarokan a Bahçelîevlerê. Dema hat girtîgehê travmayên mezin jiya bû.  Bi kesî re nediaxî, bi bertek bû, ranediket. Dema em tenê diman, digot dayê li vir li te dixin? Her tim din av tirsê de bû. Bi salan piştgiriya psîkolojîk dît.

DILÊ MIN ZÊDE BERXWE NEDA

Salên dîlgirtiyê wisa derbaz bû.  Piştî gireva 44 rojan a girtîgehên Tîpa F,  opersyonên hevdem yên li hember girtîgehan a 19’ê Kanûna 2000’an ez nexweş ketim. Ez rakirim nexweşxaneyê. Doktoran got ji çar kapaxên dilê te du xitimîne. Lê min zêde giringî nedayê. Lê piştre cidiyeta wê min fêm kir li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdê ya Siyamî Ersek amaliyat bûm. Doktora bo tedawiyê rapor da min. ez di 2006’an de hatim tahliyekirin.

Piştî salan şûnde ez ghiştim kurê xwe. Lê dadgeha bilind cezayê min erê kir. Em dîsa ji hev veqetiyan. Ez dîsa ketim girtîgehê.”

Fatma Tokmak a ku di 2011’an de li nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilarê Ameliya bû divê emeliyeta vekirî bibe. Lê şert û mercên girtîgehê bo vê ne di cih de ye.