Başaran: Ji bo ku dengê jinê were bihistîn em ê bimeşin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran got ji bo ku ew dengê jinê bidin bihistîn ew ê li bajaran dest bi meşê bikin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişande ser jinên ku dema desthilata AKP'ê hatine kuştin û diyar kir di nav 18 salan de 7 hezar û 500 jin hatine kuştin, tacîz li ser 100 hezar jinî çêbûye û êrîşa zayendî çûye ser 200 hezar jinî.

Başaran di axaftina xwe de bal kişande ser êşkenceya polîs û leşkerên Tirk a li ser aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn û got, dema desthilata AKP'ê navê jinê bi êşkenceyê, kuştinê, desteserkirina mafên jinê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tê bibîranîn.

Başaran got, ''Dayika aştiyê ya 75 salî Yadê Makbûle heftiya bihurî hate destgîrkirin û girtin. Jin dema ku têbikoşe dibe hedef, li pêşberî me AKP'yeke wiha heye.''

Başaran her wiha got ji bo ku dengê jidin bilind bikin ew ê  li Agirî, Dersim, Stenbol û Aydinê bimeşin.