Ayla Akat Ata: 8'ê Adarê roja berxwedana li dijî zilmê pîroz be
Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi biryarnameyê hat girtin Ayla Akat Ata, ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê peyamek şand û got, "8'ê Adarê roja berxwedana li dijî zilmê pîroz be."
Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi biryarnameyê hat girtin Ayla Akat Ata, ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê peyamek şand û got, "8'ê Adarê roja berxwedana li dijî zilmê pîroz be."
Akat Ata di peyama xwe de bal kişand ser pêvajoya referandûmê û got, "Di 16'ê Nîsanê de em ê îdîaya xwe ya azadî, wekhevî, demokrasî û aştiyê civakî bikin û li şûna 'ez' bêjin 'em', li şûna tekperestiyê , em ê piraniyê, pirrengiyê biparêzin. Ji sinqonên 16'ê Nîsanê em dikarin encameke dîrokî derxînin. Ez ji vê bi bawer im."
Ayla Akat Ata bang li hemû saziyên jinan ên ji aliyê mejiyê mêr ve hatine girtin kir, ku bêjin 'rêxistinbûna me azadiye me ye' û got, "Em ji lêgerîna 'rastî û edaletê' ya we hêz û moralê digirin û we hemûyan silav dikin. 8'ê Adarê roja berxwedana li dijî zilmê li hemû jinan pîroz dikim."