‘Aştiya ku jin têde tune be ne aştî ye’

‘Aştiya ku jin têde tune be ne aştî ye’

Akademîsyen Maya Arakon pêvajoyên muzakereyê yên Îrlandaya Bakûr û BASK’ê lêkolîn kir û got: “Aştiya ku jin di nav de tune be, aştî n nîne. Aştiyeke wisa mayînde nîne.”

Endama Hîndekariya Zanîngeha Yedîtepe  Doçent Doktor Maya Arakon li ser rola jinan a di pêvajoya aştî û muzakereyê de ji ANF’ê re axivî.

Arakon da zanîn ku ji aliyê jinan û rêxistinên jinan bertek li dijî ‘Komîsyona Aqilmendan’ hatiye nîşandan û wiha got: “Ev pêvajo, pêvajoyeke ku siyasetmedar dê bixwazin di destê xwe de bigirêne.

Arakon destnîşan kir ku dê baskên jinan yên parstiyên siyasî û rêxistinên jinan dê tevli pêvajoyê bibin û got: “Aştiyeke ku jin tê de tunebe, ne aştî ye. Aştiyeke wisa ne mayîn de ye. ji ber ku di vî şerî de ji bilî êşên mezin yên ku dayikên me kişandin, aliyên din jî hene.”

Arakon bal kişand ser mexduriyeta jinên li bajarê Kurdistanê jiyane û wiha pê de çû;: “Şer li ser jinên kurd di warê aborî, civakî, psîkolojîk de mexduriyeteke mezin pêk anî.  Di warê zayendê de jî heta dawiyê şîdetê şer pêk hat.  Ji ber vê jî bi dawîbûna şer destpêkê ji bo jinan tê xwestin.  Em hem ji hemû Tirkiyeyê û hem jî ji bo hemû jinên Tirkiyeyê dixwazin. Ji Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dema dayikek zarokê xwe dişîne leşkeriyê dilê wê ne rehete. Dayika Amedî an jî Colemêrgî naxwaze zarokê derkeve çiyê. Tu kes cihên ku jê kêfxweşe nahêle û naçe çiyê.”

JI BO AŞTIYÊ DIVÊ BI RASTIYAN RE BÊN RÛ HEV

Arakon di berdewamiya axaftina xwe de got ku divê ji bo aştiyê bi rastiyan re bê rû hev û wiha got; “Beşeke van rastiyan jî eve ku mexduriyetên cidî yên şer ên li ser jinan e.”

Arakon mînakên BASK û Îrlandaya Bakûr nîşan da û got: “Di mînaka BASK’ê de di binesaziyê de hebûna jinê heye. Lê di Bakurê Îrlanda û ETA’yê de jin tune. yanî mexduriyeta wan bi qasî jinên kurd tune. mexduriyeta wan hinekî li ser nasnameya etnîk bû.  vê jî mexduriyeta jinê ji holê rakiribû. Ji ber vê em niha dibînin hêza jinan din ava BDP’ê de pir bi bandor e.”