BI DÎMEN

Amadekariyên ji bo 'Konferansa Jinên Kurd' a li Moskowayê qediyan

2. Konferansa Jinên Kurd wê îsal bi şiyara "Rola têkoşîna jinan a li dijî Îslama radîkal" li Moskowayê were lidarxistin.

2. Konferansa Jinên Kurd wê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê û Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê di 27'ê Nîsanê de bi sernavê "Rola têkoşîna jinan a li dijî Îslama radîkal" were lidarxistin.

Konferans wê roja 27'ê Nîsanê saet di 10:00 de li salona konferansê ya Îzmaylovskî Otel a li Moskowayê dest pê bike. Ji Bakurê Kurdistanê wê parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşa Acar başaran û parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, ji Rojavayê Kurdistanê endama Rêveberiya Kongreya Star Rûken Ahmet û Leyla Mihemed, ji Başûrê Kurdistanê Parlamentera YNK'ê Talar Latîf Mûhammed, endama Rêveberiya Tevgera Jinên Şengalê Zûhra Silêman Xelef û Parlamentera Tevgera Goran Parwa Alî Hema, endama Yekîtiya Nivîskarên Rûsyayê Lûdmîla Yevgenyevna, endama Rêveberiya Organîzasyona Yekîtiya Dilxwazan a Donbass a Rûsyayê Olga Îvanovna, Seroka Tevgera 'Jinên li Desthliatdariyê' ya Rûsyayê Mûraşko Svetlana Nîkolayevna, Seroka Komîteya Jinê ya Dîaspora Afgan Nîk Latîfa Mûhammed, Seroka Konfederasyona Jinên Karsaz ên Rûs Galîna NÎkolayevna, Seroka Yekîtiya Komeleyên Civaka Sivîl a Jinê ya Rûsyayê Diyana Yakovlevna, Seroka Yekîtiya Jinên Karsaz ên Rûsyayê Natalya Grîgoryevna û ji Moskowayê siyasetmedar, akademîsyen, nûnerên saziyên ramanê û rewşenbîr wê tevlî bibin.

JI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ WÊ TEVLÎBÛN PÊK WERE

Ji komîteya amadekar a konferansê endma Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Kurdistan Lezgiyeva ji ANF'ê re li ser amadekariyên xwe axivî.

Lezgiyeva got, "Me par di vê demsalê de li DÛMA'yê bi beşdariya delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê konferansa xwe ya yekemîn lidar xistibûn. Em îsal konferansa xwe ya duyemîn pêk tînin. Ev demeke dirêj e em amadekariyê dikin. Siyasetmedarên jin ên ji çar parçeyên Kurdistanê, her wiha nûnerên organîzasyon û saziyên jinan ên li Rûsyayê hatine vexwendin. Partî û saziyên nikarin tevlî bibin jî wê bi mesajên xwe lê amade bin. Konferans wê li paytexta Federasyona Rûsyayê li Moskowayê roja 27'ê Nîsanê saet di 10:00 de dest pê bike û heta saet 17:30 dewam bike. Şiyara konferansa me ya îsal ku wê li Îzmaylova Otelê pêk were, 'Rola têkoşîna jinê ya li dijî Îslama radîkal' e. Em hêvîdar in wê encameke xweş ji bo hemû jinan ji konferansa me derkeve."