Alp: Têkoşîna hevpar û rêxistinbûyî şert e

Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Alp diyar kir ku ti ji kuştin û êrişa li dijî jinê bûyereke bi tena serê xwe nîne û destnîşan kir ku tenê bi têkoşîneke rêxistinbûyî û hevpar dikare pêşî li vê zîhniyeta li nava civakê bê girtin.

Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasret Alp ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku AKP di her serdema desthilatdariya 18 salan de dijminê jinan bû û êrişî destketiyên jinan kiriye.

Alp diyar kir, desthilatdariya ku hewl dide jinê bixe nava qalibên 'jin a maqûl', di heman demê de pêşî li muxalefeteke xurt û bi bandor a li welêt digire û got, "Zîhniyeta 'yekperest' a ku li her qedemeya civakê û li her qadê bi bandor e, tê ferzkirin. Rêxistinên jinan ên muxalefeta herî xurt û bi bandor kirin, her tim bûn hedefa desthilatdariyê. Tevgera Jinên Kurd ku li gel tevgerên jinê yên Tirkiye û cîhanê bûye xwedî ruhê têkoşîna hevpar û pêşengiyê ji vê re dike, dibe hedef. Em bi têkoşîna li dijî van êrişan, li hemberî binpêikrin û êrişên li ser destketiyên destûra bingehînî û gerdûnî bi taybetî jî li hemberî êrişên li ser Peymana Stenbolê li ber xwe didin."

'TUNDIYÊ WEKE ÇARESERIYÊ FERZ DIKIN'

Alp bal kişand ser bersiva êrişên desthilatdariya siyasî yên li dijî têkoşîna jinê û destnîşan kir ku şêweyê xwe cuda jî be tundî di zikhev de ne, hevdu xwedî dikin. Alp got, "Dewleta serdest, zîhniyeta erk û malbatê ya serdest li her qada jiyanê tundiyê weke rêbaza çareseriyê qebûl dike. Nêrîna serwer a ku tundiyê weke rêbazeke çareseriyê rewa dibîne, tundiya il dijî jinê ku di asta hovîtiyê de tê kirin bi xwe re tîne. Mekanîzmayên civakî, avaniyên saziyî û biryarên tê dayin di bin bandora vê nêrînê de ne. Ev yek tundiyê li nava qadên me yên taybet, li nava malbatê belav dike."

'TI JI KUŞTINA JINÊ BÛYEREKE BI TENA SERÊ XWE NÎNE'

Alp destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê ji polîtîkayên bêcezahiştinê cuda nîne û got, "Nêrîna nêrza ya saziyên erkdar ên berpirsyar, ji gotinên bêberpirsyarî, ji pûçkirina mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê û ji êrişên eşkere yên li dijî destketiyên jinan cuda nîne. Ti ji kuştin û êrişa li dijî jinê bi tena serê xwe nîne. Tenê bi têkoşîna rêxistinbûyî û hevpar pêşî li vê zîhniyeta li nava civakê belav bûye dikare bê girtin."

'TEVGERÊN JINÊ YÊN RÊXISTINBÛYÎ DI HEDEFÊ DE NE'

Alp destnîşan kir ku hedefa bingehîn a êrişên li ser tevgerên jinê hemû tevger û rêxistinên jinan ên rêxistinbûyî ne ku naxwazin bikevin nava qalibekî û bi bîr xist ku ev zext û êriş li Bakurê Kurdistanê di şexsê Tevgera Jinên Kurd de saleke gelekî zêde bûye. Alp anî ziman ku Tevgera Jinê ya Kurd bi rêk û pêk di hedefa desthilatdariyê de ye û wiha dewam kir: "Em jinên Kurd, j iber ku xwedî du nasnameyan e di şexsê me de tê xwestin ku peyama tepisandinê bidin jinên li tevahiya welêt. Ev êriş negihîşt armanca ku dihate xwestin û têkoşîna me ya hevpar bi rengekî mezin dewam dike. Desthilatdariya heyî bi destgîrkirin, girtin, lawazkirin û tecrîdkirinê hewl dide bêhnê li jinên Kurd biçikîne. Jinên Tirkiyeyî jî ji ber tercîh, nasname û têkoşîna xwe dibin hedefa polîtîkayên cihêkar. Polîtîkayeke welê tê meşandin ku xizanî, mêtingerî û cihêkariya çînî tên kûrkirin."

HÊZA JI PIŞTEVANÎ Û RÊXISTINIYÊ

Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Hasret Alp herî dawî got, "Em jin, ku hîma bingehîn a avakirina jiyanê ne, hêza xwe ji rêxistiniya xwe û piştevaniya jinê werdigirin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku li ber komkujiya jinan rabin û bi têkoşîna jinê xwedî li Peymana Stenbolê û hemû destketiyên xwe derkevin, têkoşîna demokrasî, maf, aştî û wekheviyê mezin bikin."