Aktivîteyên 8’ê Adarê: Wê jin bêjin NA, wê AKP biçe

Jinan di aktivîteyên 8’ê Adarê de peyama ‘NA’ dan. Hevberdevka HDK’ê Koçyigî diyar kir ku li dijî AKP’ê jinên azad hene. Dayika Sêvê Demîr jî got: “Divê ji bo Sêvê,Pakîze, Fatma û Dayika Taybet em bêjin ‘NA’”

STENBOL

Li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li avahiya HDP'ê pîrozbahî hat lidarxistin. Berdevka TJA ya Herêma Duyemîn a Stenbolê Hulya Aktaş axivî û got ku îro sîstema desthilatdar a zilam naxwaze jin nefese bigire. Aktaş hin gotinên ku rayedarên dewletê berê kiribûn bi bîr xist û got ku ew ê li dijî vê yekê têkoşîna jinan xurt bikin û diyarî mirovahiyê bikin. Ataş got ku ew ê li dijî yek rengê pir rengiyê biparêzin û di 16'ê Nîsanê de wekî jin bibêjin "Na".

Endama MP a HDP'ê Mukaddes Erdogdu jî bal kişand li ser dîroka 8'ê Adarê û got ku rayedarên îxtidarê naxwazin jin di siyasetê de bibin xwedî mafên wekhev ji ber vê yekê hevseroka wan Fîgen Yuksekdag hatiye girtin.

Hevserdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît jî bal kişand li ser dîroka rojê û got ku ji wê rojê heta niha li dijî sîstema desthilatdar têdikoşin. Koçyîgît diyar kir ku par 8'ê Adarê qedexe bû û wiha berdewam kir: "Par em dîsa bûn yek û derketin qadan. Îsal mecbûr man desturê bidin. Dema kuj in hêza xwe bikin yek ti hêz nikarin li pêşberî wan bisekinin. Koçyîgît bal kişand li ser hevserokatiyê jî û got ku ew ê sîstema hevserokatiyê li her derê belav bikin û pêş bixin.

Koçyîygît bal kişand li ser komeleyên jinan û parlamenterên ku hatine girtin, qeyûmên ku hatine tayînkirin û wiha got: "AKP herîzê de êrîşî destkeftiyên jinan dike. Dema ku qeyûm tên tayînkirin ewil êrîşî jinên li wir dikin. Xistina parlamenteriya Fîgen Yuksekdag jî tesaduf nîne. Ev nîşan dide ku tehamulî hevserokatiyê nakin. Li gorî wan jin tenê dibin dayin û hevser. Demokrasî, azadî û jinê nikarin bînin cem hev. Ji ber vê yekê pêwîstî bi şoreşa jinê heye."

Koçyîgît Têkîldarî referandumê jî wiha axivî: "Ji me re dibêjin bibêjin 'Erê' ma em ê ji bo çi bibêjin 'Erê'. Me ji feraseta ku maf nade me, tenê wekî makîneya zarokanînê dibine re 'Ereê' gotin pêkan e? Bê guman nîne. Di qanûna bingehîn de ji bo kurdan, elewiyan tiştek nîne. Ji bo demokrasiyê tiştek tuneye. Ji ber ku tiştekî biparêzin nîne êrîşî kesên ku dibêjin 'Na' dikin."

Dayika bi navê Saîme Tonguç jî axivî û wiha got: "Ez çûm ezexaneyê min xwest derman bikirim lê pir buha bû. Min sedema vê pirsî. Ji min re gotin ger ku tu ji Tayîp re bibêjî 'Erê' buha nabe. Min ji got ji bo buha nebe ez ê bibêjim 'Na'. Em bibêjin 'Na'."

ENQERE

KESK'ê jî li Enqereyê ji bo endamên xwe yên ji kar hatine avêtin çalakî li darxist. Bi munasebeta 8'ê Adarê tevlîbûn pir zêdebû. Jinan tîşortên "Em ê vegerin" li xwe kirin. Jinan bi tîlîlî û lêdaha defan dîmenên rengîn derxistin holê û bênavber dirûşmên wekî "Bijî piştevaniya jinan" "Em bêdeng nabin, natirsin, îteat nakin" "Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî" "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

Li ser navê jinan Betul Taşar axivî. Taşar got ku mafên jinan tên xespkirin, bi qanûn û polîtîkayên zayendperest ve hewl tê dayîn ku îstismara zayendî û tecawîz bê rewakirin. Ew vê yekê qebûl nakin. Taşar got ku 794 jin, 2 hezar û 336 jilam bi temamî 3 hezar û 130 endamên KESK'ê ji kar hatine avêtin ew ê li dijî vê yekê têbikoşin.

Piştî daxuyaniyê komê çalakiya rûniştinê pêk anî.

Platforma Jinê ya Karşiyakayê bi munasebeta 8'ê Adarê bi şîara "Adar jin e, jin jiyan e, jiyan jî berxwedan e" li Navenda Hunerê ya Karşi şahiyek li dar xist. Şahiya ku bi tevahiya rojê berdewam bike bi sînevîzyonê dest pê kir. wê şano û muzîk jî bên pêşkêşkirin.

ÎZMÎR

Li ser navê jinan Gunselî Suna Kaya axivî û diyar kir ku bêyî jinan jiyan nabe. Kaya diyar kir ku meha adarê meha ku xweza û jin dibin yek e û wiha got: "Jin ji dayikbûnê heta mirinê wekî xizmetkarê zilam tên mezinkirin. Ji ber vê yekê ji cihana ku zilam serdest e re 'Na'. Ji ser re 'Na'. Ji hemû tiştên neheq re 'Na'. Ji dîktatoriye yek zilam re 'Na'. "

MANÎSA

Li navçeya Ynus Emreyê jinên ku li avahiya HDP'ê hatin cem hev 8'ê Adarê pîroz kirin. Şahiyê bi govendê dest pê kir. Piştre dayika Sêvê Demîr a li Sîlopiyê hate qetilkirin Sakîne Demîr axivî. Demîr got ku divê hemû jinên ku dilên bi kul e derkevin qadan û ji mirinan re bibêjin "Na" û wiha axivî: "Êdî qetilkirina kurdan ne bes e? Divê em ji şewitandina canên xwe yên ciwan re malên xwe bibêjin raweste. Ji bo Sêvê, Pakîze, Fatmayê ji bo Dayika Taybet a ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma divê em bibêjin 'Na'. Ji bo mirin bi dawî bibil 100 hezar caran em bibêjin 'Na'." Demîr diyar kir ku jinên rêxistinkirinî li qadan in, jinên nêrixsitinkirî jî li malan hatine hepskirin û wiha axivî: "Ez bawer im jinên birêxistinkirî wê bi ser kevin. Weke Sêvê, Fatma, Pakîze û Asya wê li qadan li ber xwe bidin û bi ser kevin. Em dibêjin jin jiyan azadî. Bêyî rêbertiyê azadî nabe. Bijî yekîtiya me, bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî."

Endama MP a HDP'ê Gulsen Ulker jî got ku weke li hemû cihanê Roja Jinan a Cihanê pîros dikin û wiha got: "Di 8'ê Adar a ku di pêvajoya referandumê de pîroz dikin li qadan ji dîktatoriyê re dibêjin 'Na'. Ez bi 'Na' yê 8'ê Adarê pîroz dikim

AGIRÎ

Li Agiriyê jî amadekariyên ji bo 8'ê Adarê gihîşt asta dawî. Li navenda bajar sibehê saet di 12.00'an de li Salona Dawetê ya Prenses pîrozbahî bê lidarxistin. Parlamentera HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan beşdarî pîrozbahiyê bibe. Pîrozbahî wê bi panelê dest pê bike, slayk û muzîk bê pêşkêşkirin.

Ji bo pîrozbahiyê li noqteyên bajar afîş hatin daliqandin, 2 hezar belavok li cadeyên CUmhuriyet, Qaxizman, Tahîr Elçî û Kutuphaneyê hatin belavkirin.