Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî: Wê têkoşîna me bidome

Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî, li ser kampanya 'Têkoşîna jinan li her derê ye' axivî, ku 10'ê Hezîranê dest pê kir. Fîgen Ektî got, "Têkoşîna me ya li dijî zext û tundiya li jinê wê ji niha û pê ve jî bênavber bidome."

Meclîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) kampanyaya bi navê “Têkoşîna jinan li her derê ye” 10’ê Hezîranê dabûn destpêkirin. Kampanyaya li dijî şer, tecrîd, tundî, destdirêjiya li zarokan, desthilatdariya zilam, newekheviya zayendî ya civakî, cudakarî û neteweperestiyê bi çalakî û aktîvîteyên curbicur didome. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî der barê kampanyayê axivî.

‘KAMPANYA JI 4 XALAN PÊK TÊ’

Ektî diyar kir ku gelek hêz û derdoran piştgirî dan kampanyayê û got, “Ev kampanya ji 4 xalan pêk tê. Weke tê zanîn dixwazin efûya zagona têkildarî tacîz, tecawiz, destdirêjiya li hember zarok û jinan bînin meclîsê û li wir erê bikin. Di  exlaq, wijdan û qanûnên civakê de efûkirina van sûcan nîne. Ev di ti aliyê bawerî û qanûnên navneteweyî de jî ku nayê efûkirin, helbet di aliyê tevgera jinê de cihê wê yê efûkirinê qet nîne û li dijî wê derdikeve. Ya din jî li dijî Qanûna Înfazê ya çeteyan, dizan, tacîzkarên jinan û faîlên tundiyê dide berdan em têdikoşin. Çanda tacîz û tecawizê tiştekî nû nîne. Her wiha yek ji sedema têkoşîna me jî ev e. Li Tirkiyeyê dem bi dem gava alozî û krîz rû didin van mijaran tînin rojevê. Li Tirkiyeyê roja ku destdirêjî li zarokan neyê kirin, jin neyên qetilkirin, rastî tundûtûjî, tecawiz û tacizê neyê  nîne.”

‘TÊKOŞÎNA ME DESTKETIYÊN MEZIN BI DEST XIST’

Ektî destnîşan kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê Tevgera Jinê 30-40 sal in têdikoşe û destketiyên mezin jî bi dest xistine û wiha pê de çû: “Gelek saziyên jin û zarokan di bin banê rêveberiyên xwecihî de hatin vekirin. Li dîjî tacîz, tecawiz û tundûtûjiyan xebateke girîng hat meşandin. Perwerde hatin pêşxistin, xebatên hiqûqî yên li dijî van pêkanînan hatin meşandin. Têkildarî êrîş û zextên li dijî jin û zarokan têkoşîneke girîng hat meşandin û wê ji niha û pê ve jî bên meşandin.” 

‘HEVSEROKATÎ XETA ME YA XEMRÎ YE’

Ektî, têkildarî êrîş û zextên  dewleta Tirk ên bi taybet li dijî tevgera jin jî wiha axivî: “Piştî sala 2015’an ku zext û êrîşeke dijwar ji aliyê dewletê ve hat kirin, yek ji wan jî pergala qeyûman a li hember şaredariyan bû. Weke sedem jî pergala hevserokatiyê nîşan dan. Pergal ji hevserokatiyê tirsiya. Çima? Ji ber hevsengiya civakê jin ava dikin û pergal ji vê ditirse. Dîsa gelek saziyên jinan ên girêdayî şaredariyan hatin girtin. Jinên hevserok hatin binçavkirin û girtin. Weke yek ji xalên kampanyaya me ye jî em careke din dibêjin, ‘Hevserokatî xeta me ya xemrî ye. ” 

‘ÇARESERÎ XETA SÊYEMÎN E’

Ektî da xuyakirin ku dewlet êrîş, zext, girtin û binçavkirinan li dijî jinên siyasetmedar weke konseptekê dimeşîne û wiha berdewam kir: “Dixwazin wan bigirin, ji têkoşînê dûr bixin û di qada têkoşînê de jî valatiyan bihêlin. Lewma divê mirov di nav tevahî jinan û civakê de balê bikişîne ser vê mijarê.”

Ektî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev kampanyaya me her çi qasî weke wext di navbera 10’ê Hezîranê û 10’ê Tîrmehê hatiye diyarkirin jî wê têkoşîna me timî bidome. Em dibêjin li hemberî van êrîşên stratejîk jî çareserî xeta sêyemîn e.”