ÛTAMARA bang li jinan kir: Çîroka xwe ji me re binivîsînin

Çalakiya çîrok û helbestan a ÛTAMARA ya sala 2018'an dest pê kir.

Navenda Jinê ÛTAMARA, çîrok û helbestên ku jinan ji bo çalakiya sêyemîn nivîsandibûn, bi navê 'Çîroka her jinekê heye' kir pirtûk û weşand.

Ji bo çalakiya îsal jî ÛTAMARA daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlîbûnê li jinan kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îsal jî em li xeyal û daxwazên we dipirsin" û destnîşan kir ku daxwaz û xeyalên jinan li dijî şîdet û zordariyê, bingeha xwegihandina jiyaneke bi rûmet e.

Di daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê heta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, helbest û çîrokên xwe bêteredût ji wan re bişînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bîranîneke xwe, nêrîneke xwe ku hêz û hêviyê dide we bi me re par ve bikin û me jî bikin parçeyek ji xeyal û daxwazên xwe."

ŞERT Û MERCÊN BEŞDARIYÊ

Li gorî daxuyaniyê, şert û mercên beşdariyê wiha ne:

1- Helbest û çîrokên jinan ên li ser jiyan, daxwaz û xeyalên xwe hatine nivîsandin û beriya niha li ti cihî nehatine weşandin, wê werin nirxandin.

2- Her beşdar herî zêde bi du helbest, du çîrok an jî helbestek û çîrokekê dikare serlêdanê bike. Metnên beşdaran şandine nayên vegerandin. Bi şandinê re beşdaran her wiha weşandina metn jî erê dikin. Nivîs bi navê kesên şandine wê bên weşandin.

3- Divê çîrok û helbest bi mezinahiya 12 karakteran werin nivîsandin û ne zêdeyî 5 rûpelên A4 bin. Nivîs dikarin bi online jî bê şandin.

4- Berhem divê herî dereng heta 8'ê Adara 2018'an bên şandin.

5- Divê beşdar nav, navnîşan, navnîşana e-mailê, nûmaraya xwe ya telefonê tevî kurteçîroka jiyana xwe li gel wêneyekî bişîne.

6- Helbest û çîrok dikarin bi zimanên Elmanî, Îngilîzî, Kurdî û Tirkî werin nivîsandin.

E-mail: [email protected]