Şîmşek: Dixwazin jiyana min a wêjeyî tine bikin
Endama PEN'ê Meral Şîmşek, nivîskar û şaîra Kurd ku bi hinceta 'propagandaya rêxistinê'' kiriye 1 sal û 3 meh cezê lê hate birîn, got, ''Dixwazin jiyana min a wêjeyî tine bikin''
Endama PEN'ê Meral Şîmşek, nivîskar û şaîra Kurd ku bi hinceta 'propagandaya rêxistinê'' kiriye 1 sal û 3 meh cezê lê hate birîn, got, ''Dixwazin jiyana min a wêjeyî tine bikin''
Ji ber helbet û çîrokên wê ku gelek xelat standine dewleta Tirk 1 sal û 3 meh ceza li nivîskar û şaîra Kurd Meral Şîmşek birî.
Dadgeha Cezaya Giran a 2'yan a Meletî bi hinceta ku 'propaganaya rêxistinê' kiriye 1 sal û 3 meh ceza il Meral Şîmşek birî. Şîmşek ku beriya vê biryarê hewl dide derbasî Yewnanîstanê bibe, îstîxbarata Yewnan ew bi tacîz û kotekî avêtin Çemê Merîçê. Şîmşek a ku ji Çemê Merîçê gihaştî Tirkiyê bi hinceta ku 'ketiye herêma qedexe ya leşkerî'' doz lê hate vekirin.
Şîmşek salên 90'î hê dema zarok dema ku hatî destgîrkirin tecawiza bi jopan lê hatî kirin, gurçikên wê nîvî nîvî mirin û ji ber vê tedawî dibe. Niha jî Şîmşek li ber girtinê ye.
Bi sedema ku endama Komeleya Nivîskaran a Mezopotamyayê ye û ji ber helbesta ji ber birayê xwe nivîsî, ku birayê wê di têkoşîna polîtîk de jiyana xwe ji dest daye, dadgeha Tirk bi hinceta 'propagandaya rêxistinê'' ceza li Şîmşek birî.
Şîmşek got,''Ez wêjekara Kurd di vê serdemê de heyf ku ji ber nivîsên min û xelatên ku min standine tême cezakirin.''
Şîmşek diyar kir sala 2019'an dema ku polîsan ew revandiye gef lê xwarine, gotine, ''Heke tu bi ya me nekî -ev ferzkirina sîxûriyê bû- em ê dawî li jiyana te ya wêjeyî bînin. Cezayê ku li min birîn tam jî bi vê çarçoweyê ye. Dixwazin dawî li jiyana min a wêjeyî bînin. Ji ber ku bi nivîsên xwe min hewl dide ku ji rastiyan re bibim mirêk. Ji ber Vê ez revandin, gef li min xwarin û hatim darizandin. Hema hema ev salek e nahêlin ku derkevim derveyî bajêr, bi mehan mecbûr mam ku biçim qereqolê û îmzeyan bidim.''
Şîmşek bi berdewamî diyar kir bi mehan ji hêla teknîk û fizîkî ve ew hatiye şopandin, carinan ev aşkere nîşan dane, polîtîkaya çavtirsandinê li ser kirine û got, ''Ne tenê êşkenceya giyanî ya fizîkî jî li min dikin, ku berê jî ev bi serê min hatiye. Ev serhatiyên min tesîrê li ser tendiristiya min a giyanî û bedenî dike û zilmeke sîstematîk li ser me tê danîn.''
Şîmşek her wiha diyar kir ji ber vê pêvajoyê 29'ê Hezîrana 2021'an bi qeçaxî xwestiye ku derbasî Yewnanîstanê bibe lê îstîxbaraya Yewnan bi êşkenceyê ew avêtine Çemê Merîçê, bi helwdana xwe gihaştiye Tirkiyê, piştre ew hatiye girtin, piştî bi heftiyekê bi şertê kontrola bi şert hatiye berdan.
Nivîskara Kurd diyar kir 16'ê Mijdarê bi hinceta ku ''ketiye herêma qedexe ya leşkerî'' wê were darizandin û got, ''Ez wêjekarek im û tekane tişta ku dikim nivîs e û tenê dixwzim bi ewlejî bijîm, mixabin nikarim xwe ji darizandinê xilas bikim.''