'Şîdet mîna qederê li jinan tê ferzkirin'

Psîkolog Aylîn Akçay bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li jinê û got, atmosfereke welê hatiye afirandin, mîna ku şîdet ji bo jinan qeder e, nîşan didin.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) psîkolog Aylîn Akçay diyar kir, dewlet li her qadê polîtîkayên zayendîperest û şîdetê rewa dike. Akçay li ser tundiya li jinê tê kirin ji ANF'ê re axivî.

Akçay bal kişand ser şîdeta li nava malê û diyar kir, ya girîng ew e ku haya wan ji şîdeta li wan tê kirin hebe. Akçay got, "Propagandayeke mezin tê kirin û tê gotin, 'Şîdet tiştekî normal e, li nava malbatê û di têkiliyên nêzîk de tiştên bi vî rengî asayî ye ku rû bidin, divê mirov ji vê yekê re nebêjin şîdet, ev yek beşeke xwezayî ya têkiliyên nava malbatê ye, divê li nava malbatê bimîne; ji şîdeta heyî jin jî berpirsyar in, şîdeta ji aliyê mêr ve tê kirin ji neçarî ye û hwd.' Gotin û kiryarên li ser girîngiya 'malbatê' tên gotin û nîşandan, jiyana jinan bê qîmet dikin."

Akçay anî ziman, ev yek dibe sedem ku jin şîdeta lê tê kirin nîne ziman û got, "Piraniya jinên ku qala şîdetê dikin jî dibêjin, 'êdî gihaştiye wê astê ku nema dikare xwe lê rabigire, bandorê li zarokan dike, gef zêde bûne' û bi vî rengî alîkariyê dixwazin."

Psîkolog Aylîn Akçay bal da xuyakirin ku polîtîkayên hikumetê dike ku jin bi malbatê û mêr ve girêdayî bin û got, "Ji bo jinan tenê li nava malbatê mafê jiyanê tê naskirin. Derfet nayê dayin ku bi tena serê xwe bibin takekes. Polîtîkayên welê li jinan ferz dikin ku jin tenê ji xwedîkirina mal-zarok, extiyar-nexweşan berpirsyar tên dîtin, dema ku hinekî ji nava malê derdikeve derve weke nebaş û nehêja tên dîtin. Ev rewşa neyînî dibe sedem ku jin nikaribin xwe ji atmosfera şîdetê ya li nava malê dûr bixîne.

Akçay ragihand, şîdet ji bo kontrolkirina jinan ji her alî ve weke amûrekê tê bikaranîn û ev tespît kir: "Yek ji polîtîkayên ji bo dewamkirina vê kontrolê, manîpulasyona li hişê civakê û jinan hatiye afirandin e. Propagandayeke giran tê kirin ku li gorî vê yekê, 'Divê şîdet neyê lêpirsîn, normal bê dîtin, bi şîdetê re karibe bijîn, ev yek di qedera jinan û di rastiya mêran de heye'. Sîstema perwerdeyê, materyalên wê, medya û propaganda olî di vê çarçoveyê de tê kirin. Gotinên siyasî û guhertinên qanûnî jî vê têgihiştinê xurt dike."

Psîkolog Aylîn Akçay bal kişand ser têkoşîna li dijî şîdetê û berpirsyarên şîdetê û got, "Ev têkoşîn di heman demê de têkoşîneke xurt û piralî ye. Ji ber ku têkoşîn ne tenê li dijî şexsekî tê kirin, divê li hemberî civakê, saziyan, qanûnan, kevneşopiyan û hwd. têkoşîn bê kirin. Sîstema heyî ne bi jinê re ye, sîstem li dijî jinê ye. Gelekî girîng û hêja ye ku di vê têkoşînê de piştgiriya rast were girtin. Dirûşma 'Piştevaniya jinê rê li ber jiyanê vedike' ne tenê dirûşmek e, vegotina rastiyeke piralî ye.