Şehîd Hevrîn Xalef hêjayî xelata ‘Giglio d’oro’ hate dîtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Toscana yê Dario Nardella û Meclisa Bajêr di 15’ê Gulanê de Xelata ‘Giglio d’oro’ diyarî şehîd Hevrîn Xalef kir.

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Toscana yê Dario Nardella ya Îtalyayê bi tevlîbûna Komîteya Kurd a Toscana, Buroya Enformasyonê ya Roma, Heyva Sor a Kurdistanê ya Îtalyayê, Enternasiyonalîstên Îtalyê, dostên Kurdan, Rêxistinên Mirovî û Serbixwe, Komîteyên Arcî û Ampfî bernameya bîranîn û xelatdayînê hate lidarxistin. Xelata ‘Giglio d’oro’ piştî 10 sal cara yekemîn bi biryara Meclisa Bajêr û Serokê Şaredariya Toscanê, ji bo şehîd Hevrîn Xalef hate dayîn. Hevrîn Xalef ku bi nasnameya xwe ya jin di qada siyaseta Kurd de bi awayek çalak cih girt û di 12’ê Cotmeha 2019’an de bi awayekî hovanê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hate qetilkirin, hêjayî xelatê hate dîtin.

Xelata ‘Giglio d’oro’ ku tê wateya kûlîlka sembola Floransayê, radestî xwişk û xwarziyê şehîd Hevrîn Xalef hate kirin.

Li ser girîngiya şevê, kesayeta leheng a Hevrîn Xalef û Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan ji cîhanê re bûye mînak axaftin hatin kirin.