Şahida Qetlîama Dersimê Kiyançîçek jiyana xwe ji dest da

Emîne Kiyançîçek a yek ji şahida Qetlîama Dersimê bû, jiyana xwe ji dest da.

Di sala 1938'an de li Dersimê qetlîmamek pêk hatibû. Di qetlîamê de bi deh hezaran mirov hatibûn kuştin û bi hezaran jî koçber kiribûn. Şahida Qetlîama Dersimê ya 38'an Emîne Kiyançîçek jiyana xwe ji dest da. Kiyançîçek di Qetlîama Çemê Laçê ya Pilûra Dersimê 10 salî bû û şahdê qetlîamê. Emîne Kiyançîçek 6 mehin di nava nivînan de bû. Kiyançîçek a 90 salî piştî jiyana xwe ji dest da wê li sibê saet di 12.00’an de li gundê Hozmerekê bê definkirin.

Kiyançîçek, di 76 salî de bi îdîaya alîkarî daye PKK’ê hatibû girtin û 3 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn. Kiyançîek, 24 mehan girtî mabû.