‘Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan’ hat îlankirin
Jinên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê “Însiyatîfa Azadiya Ocalan’’ îlan kirin.
Jinên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê “Însiyatîfa Azadiya Ocalan’’ îlan kirin.
Aktîvîstên jin ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, li Beyrûda paytexta Libnanê bi lidarxistina civîna çapemeniyê “Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan’’ ragihandin.
‘ARMANCA ME AZADKIRINA ABDULLAH OCALAN E’
Di daxuyaniya ji aliyê endama înîsiyatîfê Sebah Şiêb ve hat xwendin de wiha hate gotin:
“Em aktîvîstên jin ên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê piştgiriya her kesê/a ku parastina mafê jinan bike dikin. 23 sal di ser re buhurî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevkariya dewletên dîktator û plan û komployên hêzên navneteweyî ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve dîl tê girtin. Ev tecrîda ku ji ber parastina mafê bindest û jinên li herêmê û cîhanê dike û hewil dide ku mirov bi ewlehî û aramî bijîn, li ser tê sepandin neheqî ye.
Bi piştgiriya jinên li Libnan, Filistîn, Iraq, Lîbya, Yemen, Sûriye, Misir û Sûdanê însiyatîfa me gavên xwe yên pêşîn diavêje. Hewildana Nû ya ji bo Azadiya Ocalan, ji komek jinên aktîvîst û huqûqnas ên ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê pêk tê.
Armanca vê însiyatîfê ew e ku Rêber Abdullah Ocalan bide berdan, fikirên wî bên naskirin û belav bibin. Ev hewildan bi hemû xebat û kirinên xwe; bi rêya navgînên siyasî, huqûqî, zanistî û medyayê pêkanînên nemirovane yên dewleta Tirk a dagirker red dike. Li gorî peymanên navneteweyî yên dewleta Tirk îmze kirine wê hemû binpêkarinên wê derbixe holê.
Her wiha, wê zext li rêxistinên huqûqî û siyasî, sazî û aliyan bê kirin da ku xwe li hemberî vê doza mafdar ker nekin û bi erka xwe rabin. Bi taybetî ji bo parastina mafên girtiyên siyasî û yên Rêber Abdullah Ocalan.
Em diyar dikin ku em piştgiriyê didin hemû kesayet, komele û rêxistinên jinan û li dijî pêkanînên hovane yekîtiya xwe ava bikin û dîlgirtina enternasyonalîstê zana Rêber Abdullah Ocalan xebatên me yên sereke ne. Li ser vê yekê em bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT dikin ku vê dozê binirxînin û êşkenceyan eşkere bikin."