Êşkence li hevşaredara girtî kirin

Li Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran a li Girtîgeha Osmaniyeyê girtî ye, heqaret tê kirin û lêgerîna bi tazî lê tê ferzkirin. Gardiyanan her wiha li Baran dan û ew xistin hucreyê.

Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran, 26'ê Kanûna 2016'an hatibû destgîrkirin û piştî 11 rojan hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Piştî 9 rojan jî sirgûnî navçeya Curnê Reş a Rihayê hatibû kirin. Meha Nîsanê jî dema ku ji Curnê Reş sirgûnî Girtîgeha Osmaniyeyê hate kirin, êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hatibû kirin. Êşkence û zordarî li Girtîgeha Osmaniyeyê jî dewam kir.

Keça Suer Baran Melek Baran û Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Edeneyê parêzer Îlhan Ongor li ser rewşê ji ANF'ê re axivîn.

GARDIYANAN ÊRÎŞ BIRIN SER GIRTIYAN

Melek Baran ku 20'ê Hezîranê dayika xwe dît, diyar kir ku êşkence li dayika wê hatiye kirin û bedena wê ji lêdanê şîn bûye. Baran got, "Dayika min got, 'Beriya niha bi hefteyekê dema ku gardiyanên jin ji bo sermijartinê ketin nava qewîşê, gardiyanên mêr pê re bûn. Em li ber vê yekê rabûn, lê li me hemûyan dan'. Li gorî gotinên dayika min, piştî vê bûyera lêdanê, dîsa bi rengekî kêfî li wan dane. Ji xwe piştî vê bûyerê me encax carekê hev dîtin. Piştre ew xistin hucreyê."

NIKARIN AGAHIYÊ BIGIRIN

Baran diyar kir ku normal du hefteyan carekê ew bi rêya telefonê bi dayika xwe re diaxivî û got, "Roja Şemiyê diviyabû bigeriya, lê negeriya. Ez li girtîgehê geriyam, min ji wan pirsî bê çima dayika min telefon nekiriye, lê wan gotin 'em nikarin agahiyê bidin'. Sazî û partiyên siyasî divê bala xwe bidin ser rewşa girtiyên li Girtîgeha Osmaniyeyê. Rewş bi rastî jî gelekî nebaş e."

GELEK CARAN LÊ DANE

Ji ber ku demekê agahî ji Suer Baran nehate girtin, Serokê Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê parêzer Îlhan Ongor kete nava liv û tevgerê û pêr çû Girtîgeha Osmaniyeyê û Suer dît. Parêzer Ongor li ser hevdîtinê agahî da û got, "Dema ku ew anîn Girtîgeha Osmaniyeyê, li wê ferz kirin ku bi rengekî tazîkirin wê sax bikin. Jê re gotin, 'tu terorîst e' û gelek caran zext lê kirin ku rabe û rûnê. Bêguman heqaret jî lê kirine."

NEXWEŞA ASTIMÊ XISTIN HUCREYÊ

Parêzer Ongor bi bîr xist ku Suer nexweşa astimê ye û got, "Tevî vê yekê jî cezayê hucreyê yê 4 rojan dane wê. Ji min re got ku hucre cihekî gelekî nebaş e. Ji hezaran boçikên çixareyê heta çopê, gelekî gemarî ye. 4 rojan li hucreyê hate hiştin û ji bilî vê 'cezayên dîsîplînê' jî lê birîne. Li ser rewşa xwe serî li gelek saziyan û wezaretê da, lê bersiv ji ti nameyên wê re nehate dayin. Rojnameyan ji xwe nadin wê."

Parêzer Ongor diyar kir ku weke ÎHD Şaxê Edeneyê wan mijar xistin rojeva îdareya girtîgehê, Wezareta Edaletê û Meclîsê, lê belê heta niha çareseriyek nehatiye peydakirin.

Parêzer Ongor işaret bi pêkanînên kêfî yên li derveyî qanûnan kir û ji raya giştî xwest ku li ser mijarê hesas be. Her wiha ji Meclîsê û Wezareta Edaletê xwest ku li mijarê bipirsin.