Êrişên zayendî li Wanê hat protestokirin: Siyaseta şerê taybet e!
Li navçeya Şax a Wanê jinan li dijî êrîşa zayendî ya cerdevanan a di salekê de li 3 zarokan pêk hat şermezar kirin û bal kişandin ser polîtîkaya şerê taybet a hikûmeta AKP-MHP’ê.
Li navçeya Şax a Wanê jinan li dijî êrîşa zayendî ya cerdevanan a di salekê de li 3 zarokan pêk hat şermezar kirin û bal kişandin ser polîtîkaya şerê taybet a hikûmeta AKP-MHP’ê.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê û Komeleya Jinan a STAR, têkildarî êrîşa zayendî ya cerdevanan ya li dijî 3 zarokan a di nava salekê de ya li navçeya Şaxê ya Wanê daxuyanî dan. Tevî Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan û jinên li gundê Konalga yê navçeyê ku hatin cem hev, jinên gund jî tevlî daxuyaniyê bûn.
'WEK POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET TÊ KIRIN'
Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan diyar kir ku dixwazin li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bimeşînin û got, ew ê destûrê nedin van polîtîkayan. Orhan ragihand, "Sedema sereke ya zêdebûna van êrîşên zayendî, polîtîkaya desthilatdariya siyasî ya li ser gelê Kurd e. Ev polîtîkayên şerê taybet bi destê unîforman li ser bedena zarok û jinan tê meşandin. Em ê li hemberî polîtîkayên desthilatê yên li ser jinan bêdeng nemînin. Em ê bibin dengê zarok û jinan."
Orhan diyar kir ku ew ê li dijî zîhniyeta ku dibêje “Bi carekê re tiştek dernakeve holê” têbikoşin û wiha pêde çû, “Gelek tişt ji carekê derdikevin. Ev zîhniyet her roj tundiya li ser jin û zarokan zêde dike. Li dijî vê zîhniyetê, li dijî sûcên hovane di her şert û mercî de em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di her şert û mercî de em ê sûcdaran derxin holê û em ê bişopînin da ku sûcdar bên darizandin û cezakirin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.