Êrîşên li dijî jinan bi dawî nabin

Li bajarê Bûşehr ê Îranê mêrekê bi îdaîaya pirsgirêkên malbatî asît di ser rûyê hevjîna xwe de rijandiye.

Li gorî agahiyên fermandarê Asayîşa Bûşehr Îbrahîm Ereb Zade, li bajarê Bûşehr mêrekê bi îdîaya pirsgirêkên malbatî asît li ser rûyê hevjînê xwe rijandiye.

Zade ragihand ku mêrê hevjîn li ser rûyê jina xwe kirî, xwe radestî polîsan kiriye û sûcê xwe îtirafkiriye.

Jina ku asît li ser rûyê wê hatî rijandin, li nexweşxaneya girêdayî navenda Hewayî ya navçeya Bûşherê tê dermankirin.