Çalakiyên sîber ên Milîsan didomin
Milîsên Jin ên Agir û Rojê vê carê malpera fermî ya walîtiya Trabzonê hack kirin.
Milîsên Jin ên Agir û Rojê vê carê malpera fermî ya walîtiya Trabzonê hack kirin.
Duh serê sibehê Milîsên Jin ên Agir û Rojê malpera walîtiya Trabzonê hack kirin.
Milîsan dîmenek avêtin ser malperê, di dîmen de nexşeya Kurdistanê hatibû bicihkirin.
Yên ku malpera fermî ya walîtiyê vekirin, rastî wê dîmenê hatin.
Malper heta derengê şevê di destê milîsan de bû.
Milîsan ragihand ku ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Zapê hatiye kirin.