Çalakiyên Çarşemê yên SKB'ê dest pê kirin
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) ji nû ve dest bi çalakiyên Çarşemê kir.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) ji nû ve dest bi çalakiyên Çarşemê kir.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku tundiya li jinê di dema şewbê de zêde bûye û wê heta 25'ê Mijdarê her roja Çarşemê çalakiyan li dar bixin.
Ji bo çalakiyan pankartên bi zimanên Elmanî, Flamanî û Fransî yên bi nivîsa "Bila dawî li tundiya li jinê bê anîn, Peymana Stenbolê bi cih bê anîn" hatin amadekirin.
JINAN LI TEVAHIYA EWROPAYÊ ÇALAKÎ LI DAR XISTIN
Li Kalk Post a Kolnê, bi vê armancê afîş hatin daliqandin, belavok hatin belavkirin û ji bo dawî li tundiya li jinê bê anîn bang hate kirin.
Li bajarê Stûttgartê jî li du nuqteyên cuda çalakî hebûn.
Li Nurnbergê, li herêma Furtherstê ya Gestenhofê ku piraniya şêniyên wê koçber in, çalakî hate lidarxistin.
Çalakiya li Dûîsbûrgê jî bi banga hevpar a SBK'ê û rêxistina jinên ciwan Zora hate lidarxistin.
Li Mannheîmê jinên SKB'î li garê afîş daliqandin û li Ûlmê jî belavok hatin belavkirin.
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê SKB'ê û jin ên ciwan ên Zora'yî ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin.
Li navenda Zurîchê, li Orlîkon, Dîetîkon, Rumlangê jinên SKB'ê afîş daliqandin û belavok belav kirin.
Jinên SKB'î li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, li bajarên Anvers û Bruksel ên Belçîkayê jî çalakî li dar xistin.
Jinan li Parîsê û banilyoyên wê, her wiha li garên Creîl, Bobîgny, Pîerffîtte û li derdora Staîns, Marne Valeyê afîş daliqandin.