Çalakiyên 8'ê Adarê yên li Londonê bi 'piştevaniyê' dest pê kir

Li Londonê, jinan di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji girtiyên jin re qert şandin.

Înîsiyatîfa Jinên Kurd, Înîsiyatîfa Jinan a Londonê, SKB, Elewî û rêxistinên jinan ên komeleyên herêmî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li ber Postexaneya Bruce Grove hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Li vir jinan dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dema em weke jin xwe ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê amade dikin, li dijî pêkhateya hişmendiya serdest a mêr a li ser jin û gelan, zext, biçûkxistin, dûrxistin û nîjadperestî dengê xwe bilind dikin û got:“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku nûnertiya pergala mêtînger û serdest dike, rêveberê polîtîkayên qirkirina jinan e.“

Her wiha hate gotin ku bi wesîleya 8'ê Adarê, “Li dijî qirkirina jinan dema parastina jinên azad û civaka azad e" Piştevaniya xwe ya bi jinên girtî re nîşan da û destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinê li dijî hişmendiya desthilatdariya mêran e.

Piştî daxuyaniyê jinan ji jinên girtî Aysel Tûglûk, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdagê re kartên piştgiriyê şandin.