Çalakiyên 8’ê Adarê dest pê kir: Em ê tecrîda Îmraliyê bişkînin

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Kerboranê ya ku navçeya Garîbe Gezer bû ya ku li girtîgehê hatibû qetilkirin, çalakiyên 8’ê Adarê da destpêkirin. Jinan gotin ‘Em ê tecrîdê bişkînin, berxwedana Gezer jî geş bikin.’

Tevgera Jinên Azad (TJA) wê destpêkirina çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Kerboranê ya Merdînê bi daxuyanî û şahîyekê bide. Bêrîya destpêkirina çalakiyê jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî “ daketin qadan. Jin ji bajarên herêmê yên wekî Amed û Êlîhê jî tevli çalakiyê bûn. Her wiha Berdevka HDP’ê Ebru Gunay û parlementera HDP’ê ya Êlîhê Feleknas Uca jî wê tevli çalakiyê bibin. 

Jinan pankarta “Dem dema Azadiya jinan e”  vekirin û wêneyên Denîz Poyraz û Garîbe Gezer rakirin.  

Coş û kelecana jinan bi kilam û awazên kurdî, govendina gerandinê didome.