Çalakiyên 25’ê Mijdarê li Colemêrgê dest pê kirin

Platforma Jinan a Colemêrgê bi daxuyaniyekê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê da destpêkirin.

Di çalakiya daxuyaniyê ya ku ji aliyê Platforma Jinan a Colemêrgê ve hat lidarxistin de pankarta li ser hatibû nivîsandin, “Jin, Jiyan, Azadî” hat vekirin.

Hevseroka Navçeya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sînem Seven di çalakiya ku gelek kes lê amade bûn de axivî û bal kişande ser berxwedana bi pêşengiya jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

Sevenê diyar kir ku ew 25’ê Mijdarê, bi îdiaya, “Sedsala 21’emîn wê bibe Sedsala Jinê!” pêşwazî dikin û destnîşan kir ku wê jin li dijî her cure zehmetî û zextan li ber xwe bidin.

Sevenê wiha got: “Em banga xwedîderketina li berxwedana malbatên ku bi mehane ji bo zarokên xwe yên li girtîgehan bi mirinê re tên rûbirû kirin, li berxwe didin û berxwedana dayika Emîne Şenyaşar a li dijî neheqiyê li ber xwe dide, dikin. Em ê Ji bo girtiyên nexweş ên li girtîgehan di heman astê û biryardariyê de têkoşînê bidomînin.” Seven her wiha bal kişand ku jin hê jî li mal, li zeviyê, li kargeh û qadên din ên jiyanê rastî êrîşan tên û wiha pêde çû: “Rêya rizgarbûna ji vê rewşa xizaniya jinê û polîtîkayên mêtingeriyê yên ku em pêre rû bi rû ne, careke din avakirina aboriya komunal a demokratîk a bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî ye.”

Sevenê bertek nîşanî polîtîka û pêkanînên ku şîdetê rewa dikin jî da û wiha got:

“Bi pêkanînên ku şîdetê rewa dikin, bi polîtîkayên zayendperest û dijminê jinê re jin tên qetilkirin. Hemû jinên ku ji aliyê pergala serdest a mêr û kiryarên mêr ve tên qetilkirin û şîdetê li wan tê kirin, hêcetên serhildana me ne. Sedema têkoşîna me ne. Jîna Emînî ya ku di nava vî şerê qirêj ê li dijî hebûna jinê de ji aliyê rejîma mela ve hat qetilkirin, bû nîşaneya herî şênber ku ev pergala di nava krîz û kaosê de encax bi berxwedana gelan û jinan dikare hesabê bide. Li ser vê bingehê em berxwedana jin û gelên Îranê silav dikin.”