Çalakiya 'Sê jinên azad' wê îsal li Swîsreyê bê lidarxistin

Çalakiya 'Sê jinên azad' wê îsal li bajarê Baselê yê Swîsreyê bê lidarxistin.

Çalakiya 'Sê jinên azad' ji bo bîranîna Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) tê lidarxistin ku hersê jinên Kurd ên şoreşger 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin. Di çalakiyê de wê sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna hersê jinên şoreşger bê nîşandan. Tevî helbest û stranan wê endamên TJK-E'yê jî pêşkêşiyê bikin.

Çalakî wê ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-E) û Weqfa Jin a Azad a Navneteweyî 30'ê Çileyê pêk were. Berdevka Demkî ya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Rabîa Baldemîr ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kir û têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

Baldemîr got, "Bi çalakiya 'Sê jinên azad' re ku diyarî Sara, Rojbîn û Ronahî tê kirin, ji bîranînê bêhtir wê di şexsê jinên hatin qetilkirin de baweriya bi şoreşa jinên Kurd û bandora li têkoşîna jinê ya cîhanê bê nirxandin. Şoreşa jinê ya ku li Rojava ava bû, bi saya wan jinan pêk hat ku xeta Sara, Rojbîn û Ronahiyan ji xwe re kirin esas û bûn yekane mînak ji têkoşîna jinê ya cîhanê re. Em ê jî vê xeta berxwedanê ji xwe re bikin esas û ji nifşên nû re ragihînin. Di serî de jin ên ciwan em bang li her kesî dikin ku 30'ê Çileyê beşdarî çalakiya 'Sê jinên azad' bibin."

Çalakiya destpêkê ya "Sê jinên azad" sala 2014'an li bajarê Rotterdam ê Hollandayê pêk hatibû.

Çalakiya "Sê jinên azad" wê saet di 13:00 de li Elsässerstrasse 215, 4056 Basel pêk were û hunermend Nûarîn û Gulan jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.