8’ê Adarê li Mexmûrê hate pîrozkirin

Şahiya 8’ê Adarê ya ku li NÇHM a bi tevlîbûna jinên Mexmûrê bi coş hatibû lidarxistin bi silavkirina Berxwedana Efrînê ve bi dawî bû.

Şahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi gerandina govend û dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ku 48 rojin bê navber dom dike bi dawî bû.

Gel di dewama ahenga 8’ê Adarê de li ber stranên Hunermend Çopî Fetah govend gerandin û rengê 8’ê Adarê qad bi cilên jinan ên renga reng xemilî. Piştî hunermend Çopî koma Şanoyê ya Renga Reng bi skêça têkildarî roja jinan amadekiribûn derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Her wiha di dewama şahiyê de Koma Govendê ya girêdayî Tevgera Ciwanên Mexmûrê jî bi govendên xwe yên herêmî rengek cuda da coşa jinan. Dîsa di rêzê de Koma Muzîkê ya Berçem derketin ser dikê û bi stranên xwe coşa gihand lûtkeyê.

Herî dawî gel li ber stranên Hunermend Serdar Birîndar govend gerandin û bi dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî li şahiya xwe anî.