8'ê Adarê li Mexmûr bi coş hate pîrozkirin

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li wargeha Mexmûrê ji aliyê bi hezaran jin û xwendekaran ve bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi tevlîbûna hezaran jinên bi cil û bergên Kurdewarî li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Li qadê pankartên bi nivîsa "Gelê Mexmûrê li gel Efrînê ye", "Sonda me ye em ê pergala Îmraliyê hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn", "Bi pêşengtiya jinê, Berxwedana Serdemê mîsoger e", "Jin, jiyan, azadî" û "8’ê Adarê pîroz be" hatin vekirin. Dîsa li gel hildana posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên jin ên şehîd; Sara, Delal, Bêrîtan û alên PKK'ê, KCK, YJA Star, YPJ, YPG'ê û TJK hatin hildan.

Bernameya mîhrîcana 8’ê Adarê bi kombûna gel saet 14:00’an bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Destpêkê li ser girîngî û wateya rojê li ser navê Meclîsa Îştarê Perwîn Şirnex axivî û di serî de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû gelê amade, jinan û bi taybet jinên berxwedêr ên di çeperên şer ên Berxwedana Serdemê de şer dikin pîroz kir.

Perwîn Şirnex got: "Ji bo jin mafê xwe bi dest xwe ve bînin bi sedan berdêl da û heta gihiştina vê rojê jî li kargeha ku 129 jin lê bi awayê hovan e hate qetilkirin. Bi vê boneyê heta ku jin azadiya xwe bidest ve bîne wê berdêlên giran bide. Em îro ji bo vê têkoşîn dikin."

'ROJA TÊKOŞNA AZADIYA JINÊ YE'

Şirnex bîbîr xist ku 8’ê Adarê divê êdî weke rojeke tenê neyê dîtin û got: "8’ê Adarê êdî ne tenê rojek e. 8'ê Adarê roja berxwedan û têkoşîna vîna azad e. Ji bo vê êdî wê ev roj weke roja xwe azadkirin û berxwedana jiyana azad bê dîtin. Ji bo vê divê em hemû jin berxwedan û têkoşînê bilind bikin."

'EM VÊ ROJÊ DIYARÎ JINÊN BERXWEDÊR ÊN EFRÎNÊ DIKIN'

Perwîn Şirnex bal kişand ser berxwedana jinê ya li Kobanê û got: "Em îro bi ruhê berxwedana jinên Kobanê 8'ê Adarê li vir pîroz dikin. Em vê coşê diyarî jin û hemû gelê berxwedêr ê Berxwedana Serdemê dikin. Herî dawî dîsa vê rojê li hemû jinên têkoşer, berxwedêr û yên ji bo azadiya jin û gelan şer dikin pîroz dikin."

Di şahiya 8'ê Adarê de bi rêzê ve Koma Şehîd Viyan, Koma Şano ya Şehîd Hêvî Yekta derketin ser dikê.

Her wiha di van kêliyan de gel li ber stranên Çopî Fetah 8'ê Adarê pîroz dike. Şahî bi coş dewam dike.