8'ê Adarê li Goteborg û Orebroyê hate pîrozkirin

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Goteborg û Orebro yên Swêdê bi xwepêşandan, panel û konferansan hate pîrozkirin.

GOTEBORG

Çalakiya destpêkê ya li bajêr roja Înê ji aliyê Komîteya Rojava ve hate lidarxistin. Di konferansê de ku li dibistanekê pêk hat, Şoreşa Rojava û bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vegotin.

Di konferansê de hate destnîşankirin ku jin bi pêşengiya Şoreşa Rojava radibin.

Her wiha hate destnîşankirin ku li dijî dewleta Tirk a ji bo jiholêrakirina destketiyên Kurdan dagirkeriyê dike, jin li refên herî pêş têdikoşin.

Roja Şemiyê jî saet di 20:00 de jin li meydana Masthûggtorgetê li hev kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin.

Di çalakiyê de pankartên li dijî tundiya mêr û sîstema kapîtalîst hatin hildan û tundî û destavêtina li jinê hatin şermezarkirin.

Xwepêşandana roja Yekşemê jî li Parka Beltespennarê dest pê kir. Zêydeyî 300 jin heta meydana Jentorgetê meşiyan.

Di xwepêşandanê de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate qîrîn.

OREBRO

Tevî Mala Jinan, Partiya Çep, rêxistina ciwanan a Partiya Karker a Sosyal Demokrat SSU, jin ên Sosyal Demokrat, NCDK û Komeleya Jinê ya Barîn 18 komele û saziyan bang kirin û li ser vê bangê li Slottsparkenê çalakiya 8'ê Adarê hate lidarxistin.

Zozan Baransson bi navê Komeleya Jinê ya Barîn axivî û anî ziman ku çavkaniya tundiya li jinê sîstema kapîtalîst û feodal e û diyar kir, li Rojava jin ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin.

Baransson ragihand ku jinên Kurd li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berdêlên giran destketî bi dest xistine û banga piştgiriya têkoşîna wan kirin.