8'ê Adarê li Erîvanê hat pîrozkirin

Jinên Kurd û Ermenî, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytext Erîvanê bi çalakiyekê pîroz kirin.

Jinên Kurd û Ermenî, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytext Erîvanê bi çalakiyekê pîroz kirin.

Şahiya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ermenîstanê ve hat organîzekirin, li salona Verun a li paytexta Ermenîstan Erîvanê pêk hat.

Salona şahiyê bi alên PKK, KCK, YÊK, YPJ, YBŞ, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê hat xemilandin.

Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir di destpêkê de axivî û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir

Piştre nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 8'ê Adara 2015'an şandibû ji aliyê rojnamevan Liyana Mhoyan ve hat xwendin.

Di şahiyê de Seroka Koordînasyona Kêmnetewan Nara Gulyan, Seroka rêxistinbûna Gurciyên li Ermenîstanê Svetlana Namchevadze, Berpirsyara Çanda Yewnan a li Ermenîstanê Sûsaana Xurşudyana, nivîskar Lusine Topoziyan, Seroka Dîaspora Yahûdiyên li Ermenîstanê Adelîne Lîvşîst û endamên Meclîsa Jinê Asiya Kalaşiyan û Mediya Rezan derketin ser dikê û li ser wate û girîngiya rojê axivîn.

Di dawiyê de jî dengbêjin herêmî hunera xwe pêşkêş kirin û şahî bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan azadî", "Bijî Rêber Apo" qediya.