8'ê Adarê: Jin li dehan welatan di grevê de ne

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jin îro li dehan welatan ketin grevê.

Li ser banga jinên Arjantînî ku dibêjin "Çeka me piştgiriya me ye", bi navê Greva Jinê ya Navneteweyî (International Women's Strike, IWS) jin li 50 welatan tevlî grevê dibin.

Ji Latîn Amerîkayê heta Ewropa Bakurê Amerîka û Asyayê bi dehan rêxistinên jinan piştgiriyê didin grevê. Di çarçoveya grevê de wê jin çalakiyên cuda lidar bixin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Jin wê di vê çarçoveyê de li kargeh û malê dest ji kar û xizmetê berdin. Wekî din wê xwepêşandanan lidar bixin, nobedê bigirin û bimeşin.

Yek ji qonaxên herî girîng ên greva jinan a di herikîna dîrokê de, li Îzlandayê pêk hat. Ji sedî 90 ê jinên Îzlandayê di sala 1975'an de tevlî çalakiya destberdana ji kar bûn. Di vê çarçoveyê de kar û xizmetên li kargeh û malan hatibûn rawestandin.

Par jî jinên Polonyayî, di 3'ê Cotmeha 2016'an de li dijî krîmînalîzekirina kurtajê ji aliyê hikûmetê ve ketibûn grevê û kiribûn ku pêşnûme qanûn were vekişandin.

Di 25'ê Cotmeha 2016'an de jinên Îzlandayî ketibûn grevê û li dijî newekeviya mûçeyan berî karê 9 saetan biqede, saet di 14:38'an de dest ji kar berda bûn.

Di 19'ê Cotmeha 2016'an de jinên Arjantînî li dijî cînayetên jinan û zexta polîsan a li ser Kongreya Jinan a Neteweyî, li gelemperiya welêt saetekê ketibûn grevê û li gelemperiya cîhanê jî bi armanca destekkirinê grev hatibû kirin.