BI DÎMEN

8'ê Adarê bi mîtîngeke girseyî li Amedê tê pîrozkirin

Jinên li Amedê, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinê Kedkar ên Cîhanê pîroz bikin, diherikin qada 5'ê Hezîranê.

Ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê ku bi şiyara "Azadî wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve" pêk tê, bi sedan jin ji gelek bajarên Kurdistanê herikîn qada 5'ê Hezîranê (Stasyon) a Amedê.

Pankartên bi nivîsa "Bi rêxistinbûna jinê ber bi jiyana azad ve", "Bijî 8'ê Adarê", "Li her derê NA, ji ber ku em jin û li her derê ne", "Jin, jiyan, azadî", "Çavên me li heman asîmanan dinêrin, em wekhev in", "Azadî wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve" li qadê hatin daliqandin. Jin bi kincên xwe yên herêmî tevlî mîtîngê dibin. Jin bê navber dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" diqîrin.

POLÎSAN NEKARÎ PÊŞÎ LI JINAN BIGIRIN

Hêzên dewleta Tirk ku bi dehan maşînên zirxî û TOMA'yan dor li qadê girtin, tevî hemû zext û zordariyê jî nekarîn pêşî li jinan bigirin. Polîsên li nava qadê geriyan jî, hewl dan rengên kesk, sor û zer ji jinan bigirin, lê ji ber berxwedana jinan, ev polîsên Tirk neçar man ji qadê derkevin."