6 şoreşgerên Kurd li Silopiyayê hatin bîranîn

TJA'yê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê li navçeya Silopiyayê, 6 şoreşgerên jin ên li Silopiya û Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya HDP'ê, endamên Tevgera Jinên Kurd Fatma Ûyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ên li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di dema berxwedana xwerêveberiyê de hatin qetilkirin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, bi çalakiyekê bi bîr anîn.

Civîna bîranînê li avahiya HDP'ê ya navçeya Silopiyayê pêk hat û malbatên 3 jin ên siyasetmedarên Kurd, malbatên şoreşgerên li Silopiyayê hatin qetilkirin, Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, aktîvîstên TJA'yê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêgirtinê bi navê malbatên her sê jinên şoreşger dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr û Nûran Îmîr a HDP'î axivîn.

Demîr girtiyên li zindanan silav kir û got, "Ez di wê baweriyê de me ku dema dayikan dest dan hev wê dawî li rijandina xwînê bê anîn. Bila dayik êdî rabin ser piyan û li ber komkujiyan rabin. Ez di wê baweriyê de me ku bi vê têkoşînê wê aştî, aramî û bedewî bê vî welatî."

Îmîr jî bi bîr xist ku ew di demeke dîrokî de ne û destnîşan ikr ku wê bi têkoşînê xwedî li mîrateya jinan derkevin. Îmîr bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û got, "Ya ku dikeve ser milê me, xwedîderketina li malên xwe ye. Lewma divê em hemû li dijî faşîzmê bi hev re têbikoşin."

Civîna bîranînê bi strana Demîr a li ser keça xwe Sêvê Demîr got û nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.