3 şoreşgerên li Silopiyayê hatin qetilkirin li Den Haagê hatin bîranîn

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, şoreşger Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê di 4'ê Çileya 2016'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li bajarê Den Haagê yê Hollandayê hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê meclîsa Jinê ya Ronahî ve li pêşiya avahiya Şaredariya Den Haagê hate lidarxistin.

Çalakî di çarçoveya kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" a TJK-E'yê pêk hat.

Di çalakiyê de agahî li ser kampanyayê hatin dayin.