Jin rêveberiya 21 welatan dike

Bi boneya 8’ê Adarê li gorî dosyaya ji aliyê rojnameya Le Fîgaro ve hatî amadekirin, ji 190 welatan tenê 21 welat jin weke serokwezîr an serokdewlet erka xwe didomînin. Dî dîroka ji sedî 60 ên welatên cîhanê, ti jinên weke lîder erk negirtiye.

Welatên weke Şîlî, Elmanya, Brîtanya Mezîn, Norveç, Zelanda Nû, Tayvan, Peru, Estonya, Nepal û Bangladeş di nava welatên ku jin bi rê ve dibin de cih digirin.

LI DYA, RÛSYA, ÎSPANYA, ÎTALYA Û JAPONYA TI JIN NEBÛNE SEROK

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) di dîroka xwe de ti jin weke serok ne hatine hilbijartin. Welatên weke Îtalya, Rûsya, Îspanya, Meksîka, Siwêd, Japonya, Avûstûrya, Romanya û Çekya jî di dîroka xwe de jin weke serok yan jî serokê dewletê nehate hilbijartin. Di welatên Asya Navîn de jî heman rewş tê dîtin, li Rojhilata Navîn tenê li Îsraîl û Tirkiye carekê jin weke serok hatine hilbijartin.

ABORIYA CÎHANÊ JI SEDÎ 90 JI ALÎYÊ ZILAM VE TÊ BI RÊ VE BIRIN

Xala din a ku rojnamê bal kişandî ser, di nava aboriya cîhanê de ji 20 welatên herî mezin tenê li Elmanya û Brîtanya seroka jin hene.

CARA YEKEM LI GIRAVA MAN MAFÊ HILBIJARTINÊ A JINÊ HATİYE DAYÎN

Gelek welatan ji bo mafê deng dayîn û ketina hilbijartina jinê digihêje sedsala 20’an. Her çendî ku li hinek eyaletên DYA û li hinek welatê din mafê deng dayîn û ketina hilbijartinê hatibe standin jî, ev mafê di rêziknamaya neteweyî de cara yekem li Girava Man a girêdayî Brîtanya hatiye pejirandin.

Piştî sala 1881’an a Girava Man û şûnde jinan di sala 1893’an de li Zelanda Nû mafê deng dayîn û ketina hilbijartinê standin, di sedsala 19’an de li tt welatên din ev mafê mijara gotinê nebû. Di sala 1902’an li Avûstralya û di sala 1906’an de li Fînlandiya jinan mafê deng dayîn û ketîna hilbijartinan girtine.

Di roja me ya îro de jî li Siûdî Erebîstan mafê hilbijartinê tenê di hilbijartinên herêmî de sinordar bû û ev qanûn di sala 2011’an de bû mijara gotinê, lê di sala 2015’an de hat pêkanîn.

Li Brîtanya Mezin di sala 1918’an de mafê dengdayîn û ketina hilbijartinê tenê ji kesên 30 salî mezîntir re dihat dayîn. Ev maf li Fransayê li bendê ma ku heta welat ji bin dagirkeriya Nazî Almanya hati rizgarkirin a sala 1944’an.