17 jinên girtî sewqî girtîgehên din hatin kirin
Ji ber ku Girtîgeha Tîpa R a Jinan a Xarpêtê hate girtin Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de 17 jinên girtî sewqî girtîgehên din hatin kirin.
Ji ber ku Girtîgeha Tîpa R a Jinan a Xarpêtê hate girtin Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de 17 jinên girtî sewqî girtîgehên din hatin kirin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Serdema Beriya Niha ya HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen jî di nav de 17 girtiyên jin ji ber girtina Girtîgeha Tîpa R a Jinan a Xarpêtê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.
Leyla Guven, Hulya Alokmen, Remziye Yaşar, Emîne Erkan, Dîlan Aydin û Necmiye Boz sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ya di heman qampûsê de hatin kirin.
Dîcle Bozan, Bêrîtan Anahtar, Songul Erden Şahîn û Zehra û Semra ku paşnavê wan nehatin zelalkirin sewqî Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Qayseriyê hatin kirin.
Zîlan Demîr, Mîzgîn Otatîz, Mîhrîban Şogûrlî sewqî Girtîgeha jinan a Tarsûsê û Fethiye Ok, Nûray Çelîk, Sevîl Akkaya jî sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin.