1000 Jin Ji Bo Aysel Tûglûkê bertek nîşanî dadgehê da

Koma kampanyayê ya 1000 Jin Ji Bo Aysel Tûglûkê bertek nîşanî parastina ku bi zorê bi Aysel Tûglûkê dan kirin nîşan da û got "Sûcê mirovahiyê ye.”

Koma kampanyaya 1000 Jin Ji Bo Aysel Tûglûkê bi daxuyaniyekê li hemberî neçarkirina bi zorê ya girtiya siyasî Aysel Tûglûk a ku di raporên saziyên tenduristiyê yên rayedar de derketiye holê ku bi nexweşiya demansê ketiye, ku di Doza Kobanê de bi Pergala Agahdariyê ya bi Deng û Dîmen (SEGBÎS) ve parastin bike, bertek nîşan da.

Di roja destpêkê ya 14’emîn rûniştina doza Kobanê de ku 108 kes bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li hemberî Kobanê pêk hatin, tên darizandin, dadgehê biryar da ku Aysel Tûglûk a nexweşiya wê ya demance heye, wê ji Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS'ê tevlê rûniştinê bibe. Aysel Tûglûk di roja duyemîn a rûniştinê de bi SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Kandirayê tevî parêzerên xwe tevlê rûniştinê bû. Lêbelê, wê di axaftin û bersivdayina pirsan de zehmetî kişand.

Di daxuyaniya Koma 1000 Jin Ji Bo Aysel Tûglûkê de hat bibîr xistin ku Aysel Tûglûk a ku nexweşiya wê ya demance heye û di axaftin û îfadekirina xwe ya di rûniştinê de zehmetî dikişand, li dijî israra serokê dadgehê ya "Parastina te çi ye, dest bi parastina xwe bike" de gotiye, “Rewşeke min a taybet heye. Ez nikarim xwe îfade bikim, ji ber ku ez nexweş im” û neçar maye ku bibêje, "Ji ber vê nexweşiyê ez ê paşê parastina xwe bikim.”

Di daxuyaniyê de ku bal hat kişandin li ser rewaş nexweşiya Aysel Tûglûk ku her diçe xirabtir dibe û bertek nîşanî nêzîkatiyên dadgehê ya ji bo tevlêkirina wê ya rûniştinê da. Di daxuyaniya komê de hat gotin ku eger tiştek bi serê Tûglûkê bê wê Serokatiya Edaletê  û hemû rayedarên îdarî û edlî berpirsiyar bin. Her wiha bêdengiya baroyan a di mijara girtiyên nexweş û mirinên li girtîgehan çêdibin rexne kir û diyar kir ku nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li hemû rayedarên ku di vê pêvajoya bêhiqûqî ya bi serê Aysel Tûglûkê tînin de îmzeya wan heye kir ku li gorî hiqûq, zanist û hêjayî wijdanê tevbigerin û banga ku divê demildest Tûglûk bê azadkirin û ev tişt di dawiyê de hat gotin, “Em 6 hezar jin ji 56 welatan dubare dibêjin; em ji bo Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin.”