Namzetên hevşaredariyê yên Edeneyê hatin nasandin

DEM Partî namzetên xwe yên ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê û navçeyên wê da nasandin.

DEM Partiya Edeneyê namzetên hevşaredariyê yên Edene û navçeyên wê bi civînekê da nasandin. Hevserokên DEM Partiyê yên Edeneyê Hêlîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr, namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ên Edeneyê Arîfe Çinar û Mahfuz Guleryuz, namzetên Hevşaredariya Seyhanê Sever Uzun û Mehmet Karakiş, namzetên Hevşaredariya Yuregirê Şukran Efeturk û Îbrahîm Kocaman, namzetên Hevşaredariya Ceyhanê Delal Mamuk û Cemal Gok, namzetên Hevşaredariya Çukurovayê Feyruze Gumuş û Mehmet Can Çelîk û namzetên Hevşaredariya Karataşê Aysel Turkmen û Vejdî Oral hatin nasandin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya dicivîna danasînê de axivî û got, "Em dengê bêkesan e. Em dermanê kesên bêçare ne. Em hêviya kesên bêhêvî ne. Em PDEM Partî ne."

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Arîfe Çinar diyar kir ku DEM Partî demokrasiya rasterast diparêze. Arîfe Çinar bal kişand ser pirrengîniya Edeneyê û got ku divê şaredarî bi temsîliyeta wekhev bên birêvebirin. Arîfe Çinar diyar kir ku bi tayînkirina qeyûmên li şaredariyan vîna gel hatiye desteserkirin û got, "Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk, têkoşîna xwe ya azadiya jinê bidomînin."

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Edeneyê Mahfuz Guleryuz diyar kir ku gel di mekanîzmaya rêveberiya bajêr de cih nagire û wiha got: "Gel ji yên ku Edeneyê bi rê ve dibin nerehet e. Kes jê ne razî ye. Kurd ne razî ne, Elewî ne razî ne. Misilmanên dilpak ne razî ne, jin jî ne razî ne. Esnaf ne kêfxweş in. Binêrin, Edene berê bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê bû. Ne tenê bajarê karkeran, bajarê kedkaran, bajarekî çandiniyê bû. Di heman demê de bajarekî pîşesazî yê mezin bû, lê Edene veguherandine bajarekî feqîran.

Çareseriya bi qasî ku dengekeke tu bidî hêsan e. Em ne ji bo xwe û partiya xwe dengan naxwazin. Hûn bawer bikin ku em bi vî awayî nêzîk nabin. Ji ber vê yekê di destpêka pêvajoyê de dema me ev pêvajo dinirxand, me got bila tifaqê bikin."