BI DÎMEN

Ahmet Turk banga çûna ser sindoqan kir

Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk li navçeyên Qoser û Artukluyê xebatên hilbijartinê dimeşîne, bang li gel kir ku biçin ser sindoqan.

hilbijartinên xwecihî

Xebatên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên DEM Partiyê li Mêrdîn û navçeyên wê bi hemû leza xwe dewam dikin. Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk, bi xebatên taxan, di çend rojên beriya hilbijartinên xwecihî de xebateke têr û tije meşandin.


Namzetên DEM Partiyê yên ku li taxên Diêmê, Tehtoka Hecî Seîd, Avdilîmamê yên Qoserê û Gocekê yên navçeya Artukluyê xebatên hilbijartinê li dar xistin, ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hatin. Di serdanên taxan de namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk, parlamenterê Mêrdînê Kamuran Tanhan, namzetên hevşaredarên Qoserê Hamdiye Turgay û Zeynî Îpek, namzetên hevşaredarên Artukluyê Mehmet Alî Amak û Mûnevver Olker, rêveberên DEM Partiyê, TJA û gelek kesên din beşdar bûn.

Ahmet Turk di serdanê de axivî û diyar kir ku heke îradeya gelê Kurd di sindoqan de bi hêz bibe dê zêdetir nêzî armancên xwe bibin û her çiqas hilbijartinên şaredariyan hebin jî divê Kurd di vê hilbijartinê de peyamê bidin. Ahmet Turk diyar kir ku gelê Kurd bi hilbijartinên xwecihî re wê çand, ziman, nasname û vîna xwe biparêze û got, “Armanca me ya yekemîn aştiya li van xakan e. Heke vîna me li ser sindoqan derkeve holê, em ê ji bo aştiyê gaveke din biavêjin. Bi salan e em li ser van axan bi hev re dijîn. Em dixwazin jiyanek ku her kes ziman, çand û nasnameya xwe bi azadî bijî ava bikin.” 

Ahmet Turk bal kişand ser girîngiya şaredariyan û wiha dewam kir: “Ev 2 serdem e qeyûm tayînî îradeya gelê me dikin. Gelê me ji we ne razî ye. Îradeya gel wê careke din di sindoqên ku di 31'ê Adarê de bên lidarxistin de derkeve holê. Em ê careke din werin xizmeta gelê xwe bikin. Em ê her cure derfetên şaredariyê pêşkêşî gelê xwe bikin. Ji hilbijartinan re tenê çend roj man. Divê em di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin. Ji bo ku em bi erka xwe rabin û îradeya xwe diyar bikin divê em sindoqan neterikînin.”

Piştî axaftinê serdana taxan berdewam kir. Serdanên sersaxiyê li hin taxan kir.