Partiya Saadetê: Gelê Wanê biryara xwe daye

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê da û got: “Gelê Wanê biryara xwe daye.”

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû bertek nîşanî wergirtina mafên teslîmkirî yên Abdullah Zeydan û nedana mazbataya wî da.

Karamollaoglu ser platforma medya dijîtal a X’ê têkildarî mijarê parvekirinek kir.

Karamollaoglu di parvekirina xwe de wiha got: “Di feraseta desthilata AK Partiyê ya demokrasî û edaletê de nakokiyek heye. Bi destê darazê manîpulasyonek tê kirin û 2 roj beriya hilbijartinê şaredarê hatiye hilbijartin, dikin ‘qedexekiriyê siyasî’. Ev yek îradeya neteweyî tunehesibandin e. YSK’ê gotiye ‘dibe’, daraz dibêje ‘nabe’. Ev yek kêmasiya saziyên dewletê nîşan dide. Ev helwest bi tu awayî nayê qebulkirin.”