Li Curnê Reş desteserkirin hate şermezarkirin

Li Curnê Reş, biryara nûkirina hilbijartinê hate şermezarkirin ku ji ber şewitandina du sindoqên dengdanê ji aliyê AKP'iyan ve biryara nûkirina hilbijartinê hatibû dayin.

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) piştî 45 salan şaredarî bi dest xist, ji ber îtiraza AKP'ê ya li 15 sindoqên dengdanê doh biryar hate dayin ku hilbijartin bê nûkirin. Sindoqên dengdanê yên bi hejmara 1119 û 1120 ên ku AKP'ê îtiraz li wan kir, ji aliyê komek ji 50 kesî ve hatibûn şewitandin ku biraziyê namzetê AKP'ê Alî Aslan Bayik, Mûstafa Bayik û xebatkarên şaredariya heyî jî di nava wê komê de hebûn.

Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê bûyer ji xwe re kir hincet ku dîmenên wê hene û biryar da ku hilbijartin di 2'ê Hezîranê de ji nû ve bê kirin, ku di hilbijartinê de DEM Partiyê bi 521 dengên zêde bi ser ketibû.

Endamên DEM Partiyê wê li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtirazê bikin.

'EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN'

Bi sedan kes ji şêniyên Rihayê li pêşiya Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a li navçeya Halîliyeyê li hev kom bûn û biryar şermezar kirin.

Tevî Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan, Parlamenterê Mersînê Alî Bozan, Hevşaredarên Curnê Reş ên DEM Partiyê Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş, hevşaredarên Bêrecûk, Pirsûs, Serêkaniyê, Hewag, Xelfetî û Wêranşarê yên DEM Partiyê, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û gelek kes dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Diz wê hesab bidin gel" qîriyan.

Platforma Ked û Demokrasiyê tevî girseya gel daxuyaniyek da çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî betalkirina hilbijartina li Curnê Reş da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev biryar tê wê wateyê ku bi destê dadgeriyê îradeya azad a gel hatiye desteserkirin." Her wiha weke darbeyeke siyasî hate pênasekirin.

'Nobeda Demokrasiyê' ya li pêşiya Desteya Hilbijartinê ya Bajêr dewam dike. Endam û rêveberên DEM Partiyê wê daxwaznameya xwe ya îtirazê radestî desteya hilbijartinê bikin.