Hejmara nû ya Serxwebûnê derket

Hejmara 508’an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Rê ji dagirkeriyê re nîne” derket.

ROJNAMEYA SERXWEBÛN

Di hejmara vê mehê ya Serxwebûnê de, ji pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” nivîsa bi sernavê ‘li Rojhilata Navîn Çareseriya Modernîteya Demokratîk’ perspektîfên Civaka Ekolojîk-Ekonomîk hatiye girtin û di rojnameyê de hatiye weşandin.

Di rojnameyê de nirxandina yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan a têkildarî salvegera damezrandina PKK’ê jî cih digire. Ji vê nirxandinê, nirxandina bi sernavê “Rêbertî mirovê herî sade ye” hatiye girtin û hin beşên diyalektîka Têkoşîna Rêberê Gelê Kurd pêşkêş dike.

Di rojnameyê de hevpeyvîna taybet a bi sernavê “Rojhilata Navîn girîngiya xwe diparêze” a bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re hatî kirin, cih digire.

Di hejmara 508’an de nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi sernavê “Gelê Kurd rê neda faşîzmê”, hatiye weşandin.

Di vê hejmara rojnameya Serxwebûn de, Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di nivîsa bi sernavê “di 1’ê Gulanê de em Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî hîn mezintir bikin” de, nirxandinên berfireh dike.

Di vê hejmarê de nivîsa Zilar Stêrk a bi sernavê “Navenda fikrê Rêber Apo, fikrê azadiya jinê ava dike” cih digire û di vê nivîsê de têkoşîna îdeolojîk tê nirxandin.

Nivîsa ‘Bîranîn’ a ji aliyê Raûf Karakoçan û Serhat Engîzek e hatî nivîsandin, beşek ji jiyana gerîlatiyê ya fermandarê gerîla şehîd Vaydettîn Kitay pêşkêş dike.