Ji bo Wanê bang li karker û kedkaran hate kirin

Parlamentera EMEP'ê ya Dîlokê Sevda Karaca got ku divê rêbaza nû ya tayînkirina qeyûman, ji aliyê hemû hêzên ked û demokrasiyê ve bibe rojeva têkoşînê û banga têkoşînê li kedkar û kedkaran kir.

PARLAMENTERA EMEP’Ê SEVDA KARACA

Parlamentera EMEP'ê ya Dîlokê Sevda Karacayê ji bo desteserkirina hiqûqê ya li Wanê got: ‘’Li dijî polîtîkayên qeyûman ên nû em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin.’’

Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) a Dîlokê Sevda Karacayê li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da û diyar ku ew ê bi Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan û heyeta partiyê re biçin Wanê. Sevda Karaca ji ANF'ê re axivî û got ku rejîma dîktator ji bo desteserkirina îradeya gelê Kurd serî li her cure rêbazê dide.

Karacayê diyar kir ku rejîma dîktator beriya hilbijartinê jî bi gef û zextan dixwest îradeya gelê Kurd desteser bike û ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo guhertina encamên hilbijartinê bi awayekî eşkere hilbijêrên veguhestî xistin dewrê. Tevî wan kiryarên qirêj jî gelê Kurd serê xwe netewand û îradeya xwe nîşan da, li hemberî vê yekê dîsa hewl da ku bi rêbazên nû yên qeyûman, îradeya gel desteser bike. Ya ku li Wanê qewimiye diziyeke eşkere ye. Diziyeke wisa ye ku em nikarin tenê jê re bibêjin bêqanûnî. Dixwazin vê bêqanûniyê bi zext, cop û gaza polîsan bidin qebûlkirin. Gelê Wanê xwedî li îradeya xwe derdikeve. Desthilatdarî bi hemû hêza xwe li dijî îradeya gel şer dide destpêkirin. Gelê Kurd ji bo daxwazên aşitî, wekhevî û demokrasiyê derseke baş daye AKP'ê û AKP jî bi kiryarên xwe dibêje; 'Ez we û îradeya we nas nakim.’’

‘EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN’

Sevda Karacayê ragihand ku gel wê xwedî li îradeya xwe derkeve û derseke baş bide AKP’ê û got: ‘’AKP bûye navê bêhiqûqî, desteserkirina mafên demokratîk, binpêkirina destûra bingehîn û hiqûqê. Wê bizanibe ku nikare serî li gel bide tewandin û gel wê derseke baş bide wan.  Hewce ye tabloya ku li bajarên kurdan beriya hilbijartinê, roja hilbijartinê û niha derketî holê, ji aliyê hemû hêzên ked û demokrasiyê ve bibe rojeva têkoşînê. Weke Partiya Kedê em ê li dijî rêbaza nû ya polîtîkayên qeyûman bi hev re têkoşînê bidomînin. Têkoşîna hemû hêzên ked û demokrasiyê ya li dijî van desteserkirinan rojeva lezgîn e. Em ê li dijî polîtîkayên qeyûman ên ku dixwazin derbeyê li îradeya gel bixin, bi Dem Partiyê re di nava hevgirtinê de bin. Berpirsiyariya hemû hêzên ked û demokrasiyê ye ku van êrîşan weke êrîşa li dijî îrade û siberoja xwe ya birûmet û têkoşîna demokrasî û wekheviyê bibînin. Em bang li hemû gel, karker û kedkaran dikin ku li dijî vê diziyê li ber xwe bidin. Em her li ku jî bin em ê têkoşînê mezin bikin.’’